Ji ber îstismara zayendî 3 kes ji kar hatin dûrxistin 2018-08-01 11:53:45   ENQERE - Hat hînbûn ku C.S ê ku li Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin dixebite, N.K ê ku muduiyê istasyonê ye û amîrê ku li navendê peywirdar e îstismara zayendî li zarokên stajyer kirine.    Li Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin a AKP'ê îstismara zayendî li zarokên styajer hat kirin. Hat hînbûn ku C.S ê ku li Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin dixebite, N.K ê ku muduiyê istasyonê ye û amîrê ku li navendê peywirdar e îstismara zayendî li zarokên stajyer kirine. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Kesên ku îstismara zayendî pêk anîn di 23'ê Tîrmehê de ji kar hatin dûrxistin.