Çalên di riyan de hatine vedan rê li ber qezayan vedike 2018-08-01 09:16:23   MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi hinceta ‘xebatên binesaziyê’ çal hatine vedan. Çalên hatine vedan tevî bertekên gel nayên girtin.   Li Nisêbîn a Mêrdînê Turkiye Îlerî a 62 salî hefteya borî li Kolana Mêrdînê, ket çala kurahiya wê metreyek, firehiya wê 80 santîm û dirêjiya wê 100 metre a şîrketa ceyranê vedabû û lingê wê şikya. Çalên piştî qezayê hatin girtin, vê carê li deverên cuda yên navçeyê hatin vedan. Çalên bi hinceta binesaziyê hatine vedan, bêyî tedbîr bê girtin bi rojan vekirî dimînin û rê li ber qezayên nû vedike.   Jiyana zarokan dikin xeterê   Çalên li Kolana Mîdyat, Kolana Mêrdîn û cihên xebata TOKÎ lê tê meşandin hatine vedan, bi taybet li ber deriyan tê vekirin. Gel li dijî van çalan bi bertek in û jiyana zarokên li kolanê dilîzin dike xeterê.   Serê çalê nehat girtin   Ji ber bê tedbîriyê rojek berê li kolanê zarokekî 6 salî ket çala li ber derî. Zarok ku qeza sivik derbas kir, bi alîkariya ciwanên di rê de derbas dibû hat xilaskirin. Tevî qezayê balkêş e ku hîna ser çalan nehatiye girtin.