Emîne Şenyaşar: Bila bêedaletî bi dawî bibe 2018-08-01 09:12:50   RIHA - Emîne Şenyaşar a li Pirsûsê di encama êrîşa parêzvanên parlamenterên AKP’ê û xizmên wî de hevjîn û du kurê xwe winda kir, kurekî wê jî bi birîndarî hat girtin, her ku bûyerê vedibêje rondikên wê diguherin lorînan. Emîneyê wiha dibêje: “ Dewletê ew parastin. Hîna jî diparêze. Min nîvê malbata xwe kir bin axê. Bila gel me tenê nehêlin. Bila xwedî li me derkevin. Bila bêedaletî bi dawî bibe.”   Li Pirsûs a Rihayê di 14’ê Hezîranê de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî êrîşa çekdarî  pêk anî û piştî vê di bûyerên derket de birayên esnaf Adîl û Celal Şenyaşar li nexweşxaneyê hatin înfazkirin. Ji birîndaran Mehmet Şah Yildiz jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bavê wan Haci Esvet Şenyşar ji bo zarokên xwe yên birîndar bibîne çû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê ve hat lînçkirin û qetilkirin.   Derket holê ku kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê hatine texrîbkirin, dîwarên li xwînê gevizîbûne hatine boyaxkirin. Çend roj piştî bûyerê şûnde Ajansa Anadolu (AA) dîmenên dukana birayên esnaf weşand û hewl dan bûyerê bi awayekî din şîrove bikin. Fadil Şenyaşar ê birîdar bû û li nexweşxaneyê bû piştî hat taburcîkirin hat binçavkirin û girtin. Mehmet û Ferît Şenyaşar jî hatin berdan. Malbat piştî vê li ser tehdîdan neçar man ji Pirsûsê koç bikin. Ji bo lêpirsînê jî biryara veşariyê hat dayîn û parêzeran li dijî biryara veşarî serî li 2’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Rihayê dan.   ‘Bi dehan gule barandin’   Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe winda kir êşa ku jiya bi van gotinan dibêje ‘Gule bi ser zarokên min de barandin.’ Emîneyê zilma ku jiya bi qêrînan vegot û got ‘Celal êdî were, Adîl êdî were. Bi dehan gule bi ser wan de barandin.’   ‘Hikûmet li pişta wan e’   Emîneyê ji bo malbata Îbrahîm Halîl Yildiz yê AKP’ê jî wiha got: “Li Pirsûsê çi karê wî hebe wî dikin. Dest davêjin malên gel, çav ber didin namûsa gel. Ji bilî zilmê tiştek ji Pirsûsê nekirin. Gel dikirin deyndarên xwe. Hinekan ji ber vê malbatê întîxar kir. Hikûmet jî li pişt wan e. Çima kes ji wan nehat binçavkirin. Çima nehat girtin. Bila kurê min jî berdin. Çima kurê min girtin.”   ‘Malbata min belav bû’   Emîneyê daxuyakirin ku piştî bûyerê malbata wê belav bûye û ev tişt bi lêv kir: “Ma hûn qet me nabînin, hûn rondikên me nabînin? Mala me xera kirin. Em perîşan bûn. Em ji Pirsûsê derketin. Malbata min belav bû. Du kurê min, hevjînê min kuştin. Qe nebe bila kurê min Fadil berdin.”   ‘Me tenê nehêlin’   Emîneyê anî ziman ku ji ber berpirs dernakevin holê polîtîkaya tirsê diafirînin û bang li hemû aliyên hestiyar kir ku wan tenê nehêlin û wiha dawî lê anî: “Dixwazin bi vî awayî gel bitirsînin. Dixwazin em ji wan bitirsin. Bi salane wan her tiştek li Pirsûsê kir. Dewletê ew parastin. Hîna jî diparêzin. Bila me tenê nehêlin. Bila xwedî li me derkevin.”