Êzidiyên xwediyê kevneşopiya bi rûmet 2018-08-01 09:03:17   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Li ser axa Rojhilata Navîn Êzidî xwedî kevneşopiyek bi rûmet û dîrokek girîng e. Di heman demê de bi gelek fermanan jî rû bi rû mane. Desthilatdaran bi hemû rengî êrîşî wan kiriye. Lê li dijî van êrîşan dîsa jî wan heta niha çand, huner û nasnameya xwe parastin.    Êzidiyên ku ji bo cîhanê xwedî jêderkên girîng ên şaristaniyê ne her dem ji bo parastina nasnameya xwe têkoşiyane. Li dijî faşîzmê serî hildane. Herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî faşîzmê û taşeronên hêzên emperyalîst berxwe dan. Her çiqas bedelên giran bidin jî wan serî netewandin.    'Xwedî dîrokek kevnar in'   Dema ku em li dîrokê dinêrin Êzidî xwedî dîrokek kevnar in û li ser her çar parçeyên Kurdistanê dijîn. Her wiha gelek Êzidî jî ji ber zext û zordestiyan koçî Ewropayê bûn. Tevî hemû zext û zordestiyan û êrîşên li dijî ola Êziditiyê çand û taybetmendiyên xwe yên civakî her dem parastine. Çand û hunera xwe herî zêde bi devkî parastine û heta roja îro anîne. Di ola Êziditiyê de Tawûsê Melek xwedî taybetmendiyek mezin e. Gelek Êzidî bi darê zorê bûne Misilman.    'Xwestin di şexsê Êzidiyan de çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd tune bihesibînin'   Dema ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir gelek kes qetil kirin û bi hezaran jin revandin û wekî kole li bazaran firotin. Hîn jî dora 3 hezar jinên Êzidî winda ne. Gelek zarok ji tîna û ji birçîbûna jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de dema ku êrîşî Şengalê hat kirin cihên dirokî û olî hatin hilweşandin. Dema ku êrîş pêk anîn xwestin di şexsê Êzidiyan de çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd tune bihesibînin.    'YPG/YPJ bi hewara Êzidiyan de çûn'   Di serdema êrîşa DAÎŞ'ê de şervanên YPG û YPJ'ê bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Gelek Êzidî derbasî Rojava bûn li Kampa Roj a li Dêrikê hatin bicihkirin û komkujiyê rizgar bûn.    'Tola Êzidiyan li Reqayê hat hilgirtin'   Piştî fermana 74'an Êzidiyan bi nîşandayina rê û rêbazên YPG/YPJ'ê xwe bi rêxistin kirin. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê hat avakirin. Piştre meclîsa Şengalê hat avakirin. Gelek Êzidî ji bo tolhildana jinên Êzidî beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûn û Bajarê Reqayê hat rizgarkirin. Gelek jinên Êzidî û Ereb ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn. Bi hemleya rizgarkirina Reqayê hêz û têkoşîna gelê Kurd dîsa li cîhanê deng veda.