Cîhan Ebas: Xwendina pirtûkên Serokatî parçeyek ji jiyana me ye 2018-07-31 09:04:06   Îlham Eloso   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê Cîhan Ebas diyar kir ku asta xwendina pirtukên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj bilind dibe û gel hewl dide ku felsefeya wî bêtir di pratîkê de bidin jiyandin.     Li Rojavayê Kurdistanê gel ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan feyzê digirin û ev yek bandorek mezin li ser jiyana wan dike. Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê Cîhan Ebas têkildarî mijarê de got ku divê mirov di jiyana xwe de bi feraseta felsefe û nêrîna kûr a Abdullah Ocalan tev bigere.   Cîhan Ebas anî ziman ku fikrên Abdullah Ocalan bandorek erênî li ser jiyana wan dike û got:"Xwendina pirtûkên Rêbertî ji bo me gelek girîng e. Mirov çîqasî bikaribe, bi baldarî pirtûkan bixwîne, wê ewqas bikaribe gavên azadiyê bi fikrên xurt biavêje. Tiştên ku divê bibe parçeyek ji  jiyana mirov, pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in. Ji ber ku ji bo gelek kesan dibe naskirina fikrên azad. Li Rojavayê Kurdistanê jî gel bi eleqeyek mezin pirtûkên Serokatî dixwînin."   'Rejîma BAAS'ê Kurdî qedexe kir'   Cîhanê, diyar kir ku ji ber desthiladariya sîstema BAAS'ê zimanê Kurdî qedex kiribû, gelek kesî bi zimanê xwe nizanibû û wiha domand:"Ji ber ku berî Şoreşa Rojava Rejîma BAAS'ê Kurdî qedexe dikir û zilm li gel dikir, gelek kesî nikaribû pirtûkên Serokatî bixwenda. Lê niha gelek kes bi xwendina pirtûkên Rêbertî xwe pêş dixin. Yên ku pirtûkên wî dixwînin nêrîna wan a li dijî cîhanê diguherin."   'Fikrên Netewa Demokratîk bala herkesî dikşîne'   Cîhanê, destnîşan kir ku encama ku tê girtin ew e ku fikrên Abdullah Ocalan roj bi  roj tên naskirin û wîha dawî li axaftina xwe anî:" Piranî di saziyên  me de pirtûkên Rêbertî tên xwendin, bi taybetî jî parêznameyên Rêbertî. Her wiha di perwerdeyan de ev pirtûk tên xwendin. Em jî weke Akademiyê di perwerdeyan de her beşên pirtûkê, ji dayikên xwe re şîrove dikin. Asta xwendina pirtûkên Rêbertî fikir û felsefe da avakirin.  Loma xwendina pirtûkên Serokatî parçeyek ji jiyana me ye."