Pasaporta Tulay Hatîmogullari hat îptalkirin 2018-07-30 17:36:17 ENQERE - Parlamentera DHP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, dema ku ji bo biçe tevli Forma Ereban bibe çû balafirgehê pê hay bû ku pasaporta wê hatiye desteserkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Tulay Hatîmogullar, diyar kiribû ku ew vexwendina Forma Ereban a Nanveteweyî ya ji bo Filistînê Edalet.  Tulay a ku ji bo biçe li Beyrûdê tevli forma ku wê di 29-30'ê tîrmehê de bê lidarxistin  bibe çû balafirgehê li wê hay bû ku pasaporta wê hatiye desteserkirin. Tulay dema ku li balafirgehê ji bo kar û barê pasaportê ser lêdan kir hay bû ku pasaporta wê hatiye desteserkirin û çûna wê ya dervê welêt hat astengkirin.