Li Antalyayê jinek hat qetilkirin 2018-07-30 13:24:32   ANTALYA - Li Navçeya Kepezê jina bi navê Zubeyde D. ji aliyê mêrê ku bi wî re zewicî bû hat qetilkirin. Mêrê bi navê T.D yê ji cihê bûyerê zarokê xwe revida hat binçavkirin.    Li Navçeya Antalyaye ya Kepezê jina bi navê Zubeyde D. ji aliyê mêrê ku bi wê wî re zewicî bû hat qetilkirin. Li gor îdiayan di navbera Zubeyde û T.D yên li ba hevalên xwe bûn nîqaş derket. Piştî nîqaşê T.D, Zubeyde qetil kir û zarokê xwe girt û reviya. Bi  hatina hevalên Zubeydeyê yên hatin malê gazî ekîbên tenduristiyê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku Zubeydeyê di dema bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Zubeyde D. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê û mêrê bi navê T.D jî hat binçavkirin.