Çeteyên DAÎŞ'ê li Suweydayê herî kêm 36 jin û zarok revand 2018-07-30 13:09:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Suweydayê herî kêm 36 jin û zarok hatin revandin.    Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku DAÎŞ'ê di encama êrîşên herfteya borî yên li ser Suweydeyê herî kêm 36 jin û zarok revandin. Hat diyarkirin ku jin û zarokên ku hatine revandin mensûbê civaka Durizyê ne.    Hefteya borî çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gundên Suweydayê yên girêdayî rêjîma Şamê kirin û di encama van êrîşana de 250 kesî jiyana xwe ji dest dan.