Wêneyê dewleta hiqûqî ya civakî: Bi mehane bi kurê xwe yê astengdar re li kolanê dijî 2018-07-30 09:12:02   ÎZMÎR - Seval Taşkin a bi mehane bi kurê xwe yê ji sedî 80’ê astengdar e re li rawestgehek nêzî otogarê dijî, yek ji jinên ku pergala serdest a mêr mexdur kiriye.   Jina bi navê  Seval Taşkin a bi mehane bi kurê xwe yê ji sedî 80’ê astengdare re li rawestgehek nêzî otogarê dijî, yek ji jinên ku pergala serdest ya mêr mexdur kiriye. Seval a dest ji hevjînê xwe berda, tevî ku mafê wê yê nefeqê hebû jî bi mehane pere nagire. Piştî dê û bavê wê jî hemû hebûna xwe winda dikin, cihê ku biçe namîne. Piştî bavê xwe jî winda dike, dayika xwe dide mala aramiyê û bi kurê xwe re tenê dimîne.   Meaşê astengdariyê hat birîn   Sevalê diyar kir ku ew mamosteya pêşdibistanê bûye û ji bo li dê û bavê xwe binêre dest ji kar berdaye û ji ber deynê bavê xwe xanî firotine. Sevalê wiha berdewam kir: “Bavê min hemû hebûna xwe winda kir. Kurê min tevî ku ji sedî 80’ê astendar e sê mehe meaşê wî hatiye birîn. Kurê min li Çorumê cenderme bû. Li wir tenduristiya wî xera bû. Mêrê min dest jê berda jî nefeqê nade min.”   Sevalê her wiha bi lêv kir ku piştî bê xanî maye 4 mehan li otogarê maye û wiha got: “Cihê em biçin tunebû. Em ji wir avêtin. Em dan mîvanxaneya Evka-1 a rehabîlîstasyonê. 20 roj şûnde em ji wir derxistin. Ez çûm meaş bigirim lê ranezabû. Ev 6 meh e em li kolanê dijîn. Em li ser kartonan dijîn. Kes kar nade min. Bi mehane ez diçim saziyên şaredariyê. Lê kes li me venegeriya. Gotin wê xwarinê bidin lê xanî tune ye ku ez xwarinê çê bikim. Ji ber vê ez êdî ji dewletê tiştekî napêm. Ez bi dewletê bawer nakim.”