Li Dîlokê zarokek giran birîndar bû 2018-07-29 14:34:54   DÎLOK -  Zarokê bi navê Mehmet Emîn Keser, bi guleyeke ku nehat zanîn ji ku hat ji serê xwe derb xwar û giran birîndar bû.   Li taxa Mevlana ya li Dîlokê zarokê 11 salî yê bi navê Mehmet Emîn Keser, dema ku li ser banê xwaniyê xwe dilîst bi guleyeke ku ji ku hat nediyar ji serê xwe derb xwar û bi giranî birîdnar bû. Mehmet Emîn ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewetê ya Şehîtkamîl di tomografya ku hat kişandin de diyar bû ku di serê wî de guleya demançeyê heye.   Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dermankirina Mehemet Emîn jî li nexweşxaneyeke taybet berdewam dike.