Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zor Hatine Girtin malpera web vekir 2018-07-29 09:45:58   AMED - Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zorê Hatine Girtin ku ji bo jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin di navbera 1-3’ê Tebaxê de çalakî û bernameyan pêk tînin û ji bo ku xebatên xwe zêdetir mayînde bikin malpera înternetê ya vekirin.   Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li hemberî Şengalê êrîş pêk anî û di êrîşan de bi hezaran jinan li dijî komkujiyê li ber xwe dan û bi sedan jî hatin revandin. Ji bo jinên ji destê DAIŞ’ê bên xilaskirin Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zor Hatine Girtin hat avakirin. Platform ji bo jinan xebatên xwe berdewam dike û ji bo 3’ê Tebaxê wek ‘Roja Qirkirina Jinê’ bê qebûlkirin xebatên xwe didomîne. Platform ji bo zêdetir bê dîtin ji navnîşana   malpera web vekir.   ‘Me rayagiştî ava kir’   Endama Platformê Makbule Altintaş êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengalê bi bîr xist û wiha got: “Em nikaribûn li dijî êrîşan bêdeng bimana. Jinên ji aliyê cuda di atolyeya du rojan berdewam kir  de hatin cem hev platform ava kirin. Ji bo bi keve rojevê xebatên lobî yên cidî hatin meşandin. Bi taybet me parlamentoya YE’yê ziyaret kir.  Di qada navneteweyî de me hevdîtin pêk anî. Di encama van xebatan de me rayagiştî ava kir. Li parlamentoya Ermenîstanê xebatek çêbû û di encama vê de bang kirin ku NY vê wek qirkirin nas bike.”   ‘Em ê bibin dadgehên navneteweyî’   Makbuleyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi dengê wan tenê tiştek nabe û got hewcedarî bi piştgiriyê heye. Makbuleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest em nîşan bidin ku gelê Ezêdî ne tenê ye. Me li Başurê Kurdistanê bi taybet li Duhokê hevdîtin pêk anî. Me bi malbatên mexdur re hevdîtin kir. Me xebatên hiqûqî yên cidî jî meşand.  Girtek di destê me de ne û em ê bibin dadgehên navneteweyî.”   Makbuleyê di dawiya axaftina xwe de got wan broşur jî amade kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me broşur bi kurdî, tirkî, ingîlîz amade kirin. Me malpera web jî vekir. Di vê mijarê de yên xebat meşandibin, belge û dokuman di destê wan de hene dikarin ji ser http://www.womenstruggle.org xwe bigihînin me. Xebatên me yên der barê naskirina qirkirinê de wê bidomin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi hestiyar tevbigerin û tevlî çalakiyên di navbera 1-3’ê Tebaxê de bibin.”    Plansaziya çalakî û bernameyan wiha ye:   1’ê Tebaxê: Bi panel, semîner û pêşangehan wê balê bikşînin ser komkujiyê.   2’ê Tebaxê:Di Twitter de saet di 20.00’an de, wê bi hastaga “#3ağustos” rojev bê avakirin.   3’ê tebaxê:Ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin saet di 11’an de wê dqeyek çalakiya bêdengiyê pêk bê. Piştre daxuyaniya çapemeniyê wê bê dayîn.