'Ji bo jinan pêvajoyek girantir dest pê dike' 2018-07-29 09:02:06   ENQERE - Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku OHAL  bi qanûnan hatiye mayîndekirin û wiha got: “Em ê ji vir û şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo jinan pêvajoyek zehmetir dest pê dike.”   Li Tirkiyeyê OHAL ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin di ser re 2 sal derbas bûn û bi giştî 7 caran hat dirêjkirin û di 18’ê Tîrmehê de hat rakirin. Lê li şûna OHAL ya hat rakirin pêşnûmeqanûna ji 25 xalî pêk dihat li Lijneya Giştî ya TBMM’ê hat qebûlkirin.    Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy  der barê pêvajoya OHAL’ê û zextên li ser jinan axivî.   ‘Ji bo jinan pêvajo giran dibe’   Gulîstanê got OHAL ya 2 salan berdewam kir niha bi qanûnan mayînde kirine û desthilatdarî vê rewşê bi gotina ‘OHAL rabû’ manîpule dike. Gulîstanê daxuyakirin ku divê rastî her tim bên vegotin û wiha pê de çû: “OHAL hat rakirin lê bi awayekî fîîlî û qanûnî hat mayîndekirin. Ji bo jinan em dikarin bêjin ku pêvajoyek zehmetir dest pê kiriye.”   'Pergala nû jinan dijmin dibîne'   Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di pêvajoya OHAL’ê de li dijî destkeftiyan her tim êrîş pêk hatine, pêkanînên zayenperest derketina asta herî jor û ev tişt bi lêv kir: “Jin li her derê rastî şîdet, tacîz û tecawizê hatin. Her wiha em pêvajoyek ku ewlehiya kar bi giştî hatiye tunekirin jiyan. Hîkûmetê bi KHK’yên derxist  di dawiya du salan de hilbijartina pêşwext a  24’ê hezîranê kir û rejîmek nû ava kir. Aliyê ku ji xwe re dijmin dibîne jî jinin.”   ‘Hezar û 67 endamên jin hatin îxrackirin’   Gulîstanê balkişand ser pêkanînên OHAL û KHK’yan û destnîşan kir ku heta niha bi KHK’yan hezar û 67 endamên wan yên jin hatine îxrackirin û hemû bername û xebatên wan jî bi hinceta OHAL’ê hatine astengkirin.    'Ji 50’yî zêdetir kedkaran întîxar kir'   Gulîstanê her wiha bi lêv kir ku di pêvajoya OHAL’ê de ji 50’yî zêdetir kedkaran  dawî li jiyana xwe anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “îxracan bi aliyekî jî karê krîmînalîzasyonê dîtiye.  Hemû kedkarên ne AKP’î di vê demê de sûcdar hatine dîtin.   Bi îxracan têkoşîna kedê hatiye krîmînalîzekirin.”   Berpirsyariya rêxistinên kedê zêde bû   Gulîstanê destnîşan kir ku di OHAL’ê de waliyên ku li dijî tacîz û êrîşên zayendî tedbîr nedigirt, çalakiyên KESK’ê bi hinceta ‘ewlehiyê’ asteng kirine û ev tişt bi lêv kir: “Bi guherîna rejîmê re berpirsyariya kedkaran zêde bû.  Em ê têkoşîna rewa ji vir şûnde jî berdewam bikin.”