ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-29 09:00:00   *Dayikên berxwedêran ên Efrînê ku niha li Kantona Şehbayê dimînin derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Dewleta tirk a dagirker Rêberê me di zindana Îmraliyê de digire û tecrîdek giran li ser dimeşîne. Lê dilê me bi dilê Rêberê me lê dide. Em her ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."   *Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku OHAL  bi qanûnan hatiye mayîndekirin û wiha got: “Em ê ji vir û şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo jinan pêvajoyek zehmetir dest pê dike.”BI DMİEN    *Kardeş Turkuler ku 25 sal berê yekem konsera xwe da, yekem konsera salvegera 25 saliya xwe îşev li Stenbolê dide.  Hunermenda perkusyon a komê Dîler Ozer diyar kir ku Kardeş Turkuler ligel muzîk û reqsê, ji bo aştiyê jî rêwitiya hêviyê ye. BI DÎMEN   *Doza 10’ê cotmehê ya yek ji komkujiya herî bixwîn a Tirkiyeyê ber bi qedandinê ve diçe. Parêzer Senem Dogan diyar kir ku dadgeh ne wek sûcê li dijî mirovahiyê wek bûyerek edlî nêz dibe û mutalaya ku daxwazên mexdur û parêzeran nanirxîne jî ji vê re xizmetê dike. BI DÎMEN   *Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin ku ji bo jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin di navbera 1-3’ê Tebaxê de çalakî û bernameyan pêk tînin û ji bo  ji bo ku xebatên xwe zêdetir mayînde bikin malpera înternetê ya vekirin. BI DÎMEN