Li Manîsayê mirina bi guman a jinekê 2018-07-28 12:13:10   MANÎSA - Done Tarhan li Manîsayê dema ku ajalên xwe bir ji bo ku biçêrîne bi awayekî gumanbar li zeviyê mirî hat dîtin.    Li Navçeya Koprubaşi ya Manîsayê jina bi navê Done Tarhan (66) do di saetên serê sibehê de pezên xwe bir ji bo çêrandinê û piştre agahî jê nehat girtin. Dema ku Doneyê neçû malê hevserê wê û malbata wê çûn Muduriyeta Emniyeta Navçeyê û îlana windabûyinê dan. Ekibên polîsan û welatiyên kuçeyê li Doneyê geriyan û ew li nav zeviyên Kuçeya Karahanliyê bi awayekî bi guman mirî dîtin.    Ekibên tenduristiyê ji bo otopsiyê Donerê birin Morga Tipa Edlî ya Îzmîrê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.