Li Serêkaniyê du berxwedêrên azadiyê hatin oxirkirin 2018-07-28 09:20:41   SERÊKANIYÊ - Welatiyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG`ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) li goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin. Di merasîm de nasnameya şervana YJA-Starê Wehbiya Hisên Elî (Madora Serêkaniyê) hate ragihandin.   Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG`ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) ên ku şibata 2018 ‘an di Pengava Bagara Cizîrê de di jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê.   Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.   Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn axivî.   Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehadetê ya hate xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.   Di merasîmê de nasnameya şervana YJA-Star wehbiyê Hisên Elî (Madora Serêkaniyê) a ku Adara 2018‘ de li Şirnexê gihişt asta şahadatê, hate ragihandin.   Di dawiya merasîmê de cenazeyên berxwedêran bi dirûşma``Şehîd namirin`` spartin axê.