Kongreya Star: Ew ê xebat û têkoşîn bidomin 2018-07-28 09:15:22   Lîlav Elî-Ferîde Zede   ŞEHBA - Endamên Kongreya Starê yên ku beşdarî 2'yemîn Konfreransa Kongreya Starê ya li Şehbayê bûn diyar kirin ku di konferansê de biryarên girîng hatin girtin û gotin ku ew ê têkoşîn û xebat bidomin.   2'emîn Konfreransa Kongreya Starê li Kantona Şehbayê bi beşdarbûna 500 delegeyan hat lidarxistin. Endamên Kongreya Starê yên ku beşdarî konferansê bûn anîn ziman ku bi hemû rengên jinê, bêyî ku ji hev bên cudakirin konferans pêk hat û gotin ev konferansa dê rê li xebat û pêşketinên nû veke.    Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Fatme Lekto derbarê konferansê de got:"Tevî hemû zor û zehemtiyên ku li Kantona Şehbayê tê jiyandin Kongreya Star bi beşdarbûna 500 delegeyan konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist. Ev yek jî nîşan dide ku berxwedan û têkoşîna jinên Efrînê berdewam dike. Me di konferansê de biryarên girîng girtin û em ê van biryarana di rojên pêşiyê de têxin pratîkê. Ji bo azadiya jinê û civakek aram em ê xebat û têkoşînên xwe bidomînin. Dewleta tirk bi planên xwe yên qirêj nikare vîna jinê tune bihesibîne. Em ê li dijî dagirkeran her têbikoşin."   'Jin li dijî desthilatdaran tu carî serî natewînin'   Endama Rêveberiya Kongreya Star Sara Xelîl anî ziman ku konferansa hat lidarxistin ji bo pêkanîna biryarên nû girîng bû û got:"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan biryarên ku hatin girtin em hêvî dikin ku dê guhertinên erênî di jiyana civakê de çê bike. Ji bo hêviyên mirovan zindî bimîne ev konferans gavek dîrokî bû. Tevî hemû zor û zehmetiyan beşdarbûna jinan hêza wan derxist holê. Ev jî nîşan dide ku jin li dijî dagirkeran serî tu carî natewînin. Em ê bi rihê têkoşîna Arîn û Barînan xebatên xwe û têkoşîna xwe heta dawî bidomînin."