2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê bi dawî bû 2018-07-27 16:57:32   QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê bi dawî bû.   Li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Bajarokê Rimêlana girêdayî navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloya herêma Cizîrê 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê b, dawî bû. Bi sedan delege, mêvanê sazî û dezgeyên sîvîl û rêveberiyên xweser beşdarî konferansê bûn.    Biryarên di konferansê de hatin girtin wiha ne:   1 - Ji bo avakirina tevgera  tenduristiyê ya jinê dê alîkarî bê kirin.   2 - Akademisyenên ku di dê perwerdeyê bidin pêwist e dewreya polîtîkaya tenduristiyê biqedîne.   3 - Di perwerdeyê de ji bo ku encamên erênî bên girtin divê dersên ku xwendekar kêm mabin temam bikin.    4 - Ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên gel bên çareserkirin dê komîteyek bê avakirin.    5 - Ji bo hişmendiya civakê ji aliyê tenduristiyê ve pêş bikeve bernameyek baş a ji bo tenduristiyê bê avakirin.   6 - Xebatên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo tenduristiya wî wê bidome.