Mizgeft veguhertin qerekolê: Ji polîs re vekirî, ji gel re girtî ye 2018-07-25 09:08:20   ŞIRNEX - Mizgefta Haci Hasan a li taxa Yenî a Hezexê, ji aliyê polîsan ve veguhertin qerekolê.   Mizgefta Haci Hasan a di 2009’an de li taxa Yenî a Hezexê hat çêkirin, ji aliyê polîsan ve veguhertin qerekolê. Li navçeyê piştî pevçûnên ku sê sal berê hatin jiyîn şûnede polîs li mizgeftê bi cih bûn û wek qerekol bi kar tînin. Polîsên ku di dema qedexeyan de mizgeft wek biryarger bi kar dianîn, piştî qedexe rabûn jî jê derneketin.Deriyê mizgeftê bi hesinan hat girtin û di têketinê de jî 3 kulubeyên polîsan hatin avakirin.   Goristan jî di bin dorpêçê de ye   Karkerên piştî qedexeyê hatin ku mizgeftê çêbikin, her roj di kontrola GBT’ê re derbas bûn û piştî demekê nehiştin welatî lê nimêjê  bikin. Her wiha goristana ligel mizgeftê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.   ‘Bila ji mizgeftê derkevin’   Welatiyan bertek nîşanî rewşê dan û gotin tevî li navçeyê ji 10’an zêdetir qerekol hene jî mizgeft xesp kirine û got: “Li her derê qerekol hene. Piştî qedexeyê jî wir derneketin. Em diçûn terawîhan em nedigirtin hundir. Ji wê rojê şûnde em neketin mizgeftê. Bila ji mizgefta me derkevin.”