Fîgen Aras: Çareseriya pirsgirêkan ne alav, zîhniyet bixwe ye 2018-07-25 09:06:02   AMED - Xebatkara Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras  diyar kir ku yekane riya rawestandina sûcên îstîsmara zayendî guherîna zîhniyetê ye û got: “Heta zîhniyet neguhere, pirsgirêk bi alavan nayê çareserkirin.”   Xebatkara  Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras diyar kir ku bi xesandin û darvekirinê pêşî li îstîsmarê nayê girtin û bi lêv kir ku pêkanînên tên rojevê ne cezayên di cih de ne û divê ewil zîhniyet biguhere.   Fîgenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zîhniyet pêkanîna ramanê ye û wiha got: “Zîhniyeta mirovan carna nerm û carna jî pir tûnd e. Di seranserê dîrokê de ramanê piştgirî daye biteşekirina zîhniyetê.  Mijara esas jî ev e ku dema dibe civakî çi tê fikirîn.”   ‘Heta zîhniyet neguhere çareserî ne pêkan e’   Fîgenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nefkirin, em nikarin bikin, biaxivin û hilberînin. Em bêjin ku em civakek ehlaqî ava dikin, divê em ewil vê plan bikin û heqîqetê daynin holê. Belê zîhniyet di vir de bi xwe dibe têkoşîn.”   Fîgenê daxuyakirin ku divê fikrên di zîhniyeta civakê de serdestin bên lêpirsînkirin û got: “Kuştina jinan çima wisa normal tê dîtin? An jî çima bedena jinê dibe meta. Divê ev bên nîqaşkirin.  Têkoşîna li hemberî zîhniyetê bi derxistina agahiyên rast a kes dest pê dike. Lê ev bi tena serê xwe têr nake. Paradîgmaya azadiya jinê heye lê divê ev bê belavkirin. Nêzîkatiya Jîneolojiyê ya di vir jî ev e ku bi taybet jin ji xwe dest pê bikin.  Atolye û semînerên me hene. Ev têr dikin? bêguman na. Jin di bin êrîşek giran de ne. Divê em li dijî vê  têbikoşin.”   ‘Divê zîhniyet xwe bikuje’   Fîgenê balkişand ser nîqaşên dawî yên ‘kastrasyona zayendî’ û got ne mumkun e ev bibe çareserî û divê  ewil  zîhniyet xwe bikuje û biguhere.