ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-25 09:00:00   *Mamosteyên Zimanê Erebî yên Peymangeha Şehîd Jiyan tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:"Em şopdar û deyndarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Em li ser esasên fikir û ramanên wî xwe bi rêxistin dikin û em dibêjin ku ji bo aştiyê divê demildest Rêberê mirovatiyê bê berdan."   *Bingeha gundê jinê Jinwarê di 25'ê Mijdara 2016'an di Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li nêzî Dirbêsiya Kantona Cizîrê hat avêtin. Ji 8'ê Adara 2018'an heta niha amadekariyên ji bo Gundê Jinwarê didome. Projeya Jinwarê li derveyî welat jî rastî eleqeyek mezin hat û sazî, dezge û mirovên navdar çûn serdana Jinwarê. Derbarê amadekariyên herî dawî de Endama Komîteya Amadekar a Jinwarê Rûmet Heval got ku xebatên wan bi lezgînî didome û ji ber ku Jinwar bingeha jiyanek bextewar ava dike ew taybetmediyek girîng didin xebatên ji bo wê.     *Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Rohilat Mislim bal kişand ser bandora rola perwerdeyê ya li ser jiyana jinê û got:"Perwerde ji bo pêşketin û xweparastina jinê gelek girîng e. Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye."   *Yek ji parêzerên malbata Esvet, Adîl û Celal Şenyaşar ên li Pirsûsê hatin qetilkirin, Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku tevî îtîrazên wan biryara veşarî ya li ser dosyayê didome û got di dosyayê de tu pêşketin çê nabe û lêpirsîn pir hêdî dimeşe. DÎMEN HEYE   *Xebatkara Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras  diyar kir ku yekane riya rawestandina sûcên îstîsmara zayendî guherîna zîhniyetê ye û got: “Heta zîhniyet neguhere, pirsgirêk bi alavan nayê çareserkirin.” DÎMEN HEYE   *Mizgefta Haci Hasan a li taxa Yenî a Hezexê, ji aliyê polîsan ve veguhertin qerekolê.   *Li Nisêbînê Turkiye Îlerî ya ket çala ku fîrmaya ceyranê kolabû, platîn xistin lîngê wê yê şikestî. Malbatê derbarê fîrmayê de gilî kir û çal jî rojek piştî bûyerê hat girtin.DÎMEN HEYE   *Bav Mîhdî Yilmaz diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê her tim li bedena Arînê birîn vedibin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku divê ev rêbaza îşkenceya li ser zarokan bê bidawîkirin û divê sererastkirina qanûnî ya divê zarokên di navbera 0-6’î de li girtîgehê nemînin, demildest pêk bê.