Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 30 sivîl revandin 2018-07-24 15:19:06   EFRÎN - Hate ragihandin, roja 22'ê Tîrmehê komên Cebhet El Şamiye 30 sivîl ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê revandine û ji bo her mirovekî 3 hezar dolar fîdye xwestine. Tê gotin, 13 kes hatine berdan, lê agahî ji 17 kesan nayê girtin.   Zext û zordariya dewleta Tirk OSO ya li ser gelê Efrînê roj bi roj giran dibe. Agahiyên li ser dizî, talan, kuştin, êşkence, xerakirin, destdirêjî, destavêtin û şewitandinê her roj ji Efrînê tên. Şêniyên li Efrînê mane êdî ji kiryar û hovîtiya çeteyan bêzar bûne. Di nava tirsa kuştin, revandin, îşkence û destavêtinê de ne.   Vê carê komên bi navê Cebhet El-Şemiyê li ser kar e. Roja 22'ê Tîrmehê bi ser gundê Çeqela yê navçeya Şiyê de girtin û 30 kes ji jin, ciwan û rûspiyan revandin cihekî nediyar e. Ji malbata her kesekî/ê 3 hezar dolar xwestin. 13 kesên ku malbatên karîbûn fîdyeyê bidin, îro hatin berdan. Lê hate diyarkirin, 17 kesên ku derfeta malbatên wan ji bo dayina fîdyeyê nîne, nehatin berdan. Tê gotin agahî ji wan nîne û metirsî li ser jiyana wan heye.   Ji malbata Ehmed Bekir bi rêya telefonê li ser bûyera revandinê agahî da me: "22'ê Tîrmehê danê sibehê çeteyên El-Cebhe El-Şemiyê bi ser gund de girtin û ji her malekê kesek, 2 kes girtin. Di nava wan de keçên ciwan jî hene. Me nekarî biaxivin ji ber ku çek di destê wan de bûn û em tehdîd dikirin. 30 kes ji jin, ciwan û rûspiyên gund revandin û birin cihekî nediyar. Piştî revandina wan bi 3 saetan bi rêya telefonê ji bo her kesekî/ê 3 hezar dolar fîdyê xwestin û gotin kesên ku malbatên wan fîdyeyê nedin wê wan bikujin."   Yek ji kesên ku hatine berdan bi navê X.E ji çavkaniyekî ji herêmê re ev agahî ragihand: "Piştî ku bi ser gund de girtin em xistin nava wesayitan û çavên me bi paçên reş heta ku em tiştekî nebînin girêdan. Maşîne nêzî saetek û nîvekê bi rê ve çû. Di hundir maşîneyê de telefon û her tiştên bi me re ji me stendin û heya em gihan cihekî ku nayê zanîn li me didan û dijûnên pir xerab dikirin. Dema em gihîştin çavên me vekirin. Cihê ku em tê de bûn bin erd bû. Piştî nîv saetê yek ji endamên wan hat û numereyên malbtên me xwestin. Piştre jî pênc kes hatin û dest bi lêdan û êşkenceya me kirin."   Li gorî ku X.E. ragihand, di dema êşkenceyê, her du destên kesê bi navê Heyder Hec Heyder Momed hatin şikandin. X.E. diyar kir, kesên heta niha di destê wan de ne, metirsiya kuştin û destavêtinê li ser wan heye.   Navên 17 kesên hatin revandin û hîn jî nehatine berdan:   1. Ebid El-Rihmen Xelîl Mustefa 2. Mihemed Xelîl Mustefa 3. Elî Daxlî Çûçik 4. Edanan Daxlî Çûçik 5. Mihemed Hesen Erselen 6. Ehmed Hesen Erselen 7. Hesen Enwer Usmen 8. Bêrem Ebdo Kalo 9. Bedriyê Ebid El-Rihmen Hesûn 10. Bêrem Heyder Xezo 11. Xelîl Tahêr Erselen 12. Ehmed Bekir Mihemed 13. Keça Ehmed Bekir Mihemed 14. Conik 15. Idrîs Ehmed Mustefe 16. Xelîl Ehmed Mustefa 17. Heyder Hec Heyder Momed