Derbarê Pervîn Bûldan de lêpirsîn dest pê kir 2018-07-24 10:17:14   ENQERE - Serdozgeriya Komarê bi hinceta ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan HDP'yên ku beşdarî cenazeyên HPG'yan bûye, parastiye derbarê wê de lêpirsîn dest pê kir.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan de lêpirsîn dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Musa Farisogullari beşdarî merasîma cenazeyê HPG'yên ku li Gumuşhanê jiyana xwe ji dest dabûn, bûbûn. Serdozgeriya Komarê ji ber ku Pervîn Bûldan parlamenterên HDP'ê parastiye lêpirsîn dest pê kir.