Parêzer Suheyla Oguz: Desthilatdariya mêr bi çanda bêcezabûnê tê saxlemkirin 2018-07-24 09:09:37   Habîbe Eren   ENQERE - Parêzer Suheyla Oguz diyar kir ku daraz bi çanda bêcezabûnê desthilatdariya mêr saxlem dike û got: “Mêrê ku fêm dike bê ceza dimîne, çavsor dibe. Li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêkan ne bi guherîna qanûnan bi pêkanîna qanûnan dikare pêk bê.”   Li Enqereyê xwendekara zanîngehê Şule Çetîn a 20 salî ewil rastî îstîsmara zayendî hat û piştre wek întîxar kiriye hat nîşandan. Rapora otopsiya wê jî rastî derxist holê. Di raporê de Şule ya rastî îstîsmara zayendî hatiye, di bin 9 neynûkên wê de daneyên DND’yê ya mêrekî hat dîtin û di bedena wê de şopên derbê yên hewl daye xwe xilas bike heye. Mînakên li ser Şuleyê, derket holê ku aydê Çagatay Aksu ye.   Xizmên Şuleyê û rêxistinên jinan ji serî de gotin ev bûyer ne întîxar e û tevî îtîrazan dadgehê gumanbar Çagatay Aksu û Berk Akand berda. Lê bi rapora otopsiyê re her tişt derket holê û gumanbar dîsa hatin girtin.   ‘Daraz, bi bêcezabûnê desthilatdariya mêr saxlem dike’   Parêzera Weqfa Piştevaniya Jinan Suheyla Oguz helwesta darazê ya di kuştinên jinan de nirxand û got helwesta darazê desthilatdariya mêr saxlem dike, diparêze û ev girêdayî çanda bêcezabûnê ye.    Suheylayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîş, şîdet û tacîza li hemberî jinê, bi peymanên navneteweyî re dikeve nakokiyê û got: “Peymana Stenbolê ya di 2011’an de welatê me îmze kiriye, di pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinan de peymanek gelek girîng e. Ne tenê pêkanîna qanûnan, xizmetên parastinê yên derbarê şîdeta li ser jinê jî dihewîne. Tevî hemû hewldanên jinan, naxwazin peymanê pêk bînin.”   ‘Her tiştê jinê di dema darizandinê de tê lêpirsînkirin’   Suheylayê daxuyakirin ku jinên rastî îstîsmara zayendî ji ber dizanin ku gumanbar nayên cezakirin û heta  ji ber ku ew tên darizandin sûc nabin darazê û her tiştî dibin ber çavan û di asta darizandinê de rastî travmayê tên, di dema darizandinê de her tiştê jinê tê darizandin.    Suheylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Der barê mêrên li dijî jinan sûc kirine, helwestek baş tê nîşandan. Dema ku gumanbar cil û bergên fermî li xwe bikin û di runiştinê de amade bin. Dizanin ku wê ji vê rewşê cezayê wan bê daxistin. Lê dema jin gumanbar be her tişt zehmet dibe. Mînaka Nevîn Yildirim heye. Nevînê ji ber tecawizkarê xwe kuşt, cezayê wê nehat daxistin. Ji ber jin li hember daraza bê alî ne wekhev e.”   ‘Hiqûqa femînîst têkoşîna vê dide’   Suheylayê destnîşan kir ku di peyaman Stenbol û hiqûqa femînîst de rêgeza alîgiriyê ya di cih de heye û got hiqûqa femînîst jî têkoşîna vê dide û got: “Ji bo darizandinek adîlane bê kirin divê delîl bên komkirin. Lê dozger hewl didin mêrê gumanbar bê sûc nîşan bidin.”   Suheylayê bal kişand ser nîqaşên darvekirin û xesandinê jî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan ne bi guherîna qanûnan, bi pêkanîna qanûnan dikare pêk bê.