ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-24 09:00:18   *Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Fatimê Silêmen anî ziman ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de heta niha Kongreya Star rolek mezin lîstiye û di destpêka şoreşê de fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di civakê de belav kiriye û got:"Ji ber ku fikrin Rêber Apo aştî û aramiyê dide mirovan loma hem berî şoreşê hem jî piştî şoreşê her dem me fikir û ramanên wî belav kir. Loma divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe."   *Jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo aboriya xwe geş bikin, bi awayekî çalak di nav xebatên Baxçeyê Rojava de cihê xwe digirin û ji bo civakê dibin çavkaniya kedek dîtbar.   *Xanim Ebdil Qadil a ku di temenê biçûk de bi berdêlî hate zewicandin dema ku zarokên wê çê nebûn, hevserê wê zewaca duda kir. Xanima ku bi vê pêkanîna wekî îşkenceyê rû bi rû ma anî ziman ku divê êdî adetên ku xizmetê ji zihniyeta baviksalarî re xizmetê dike bi dawî bibe. DÎMEN HEYE   *Ziman amûra ragihandinê ya herî xurt e. Mirov êş, hêvî, daxwaz, hest, bertek û hestên xwe bi saya ziman radigihîne. Di navbera ziman û wêjeyê de jî têkiliyên germ û gelek xurt hene, hevdu xwedî dikin. Ger ziman tunebe em ê nikaribin ku di nava kûrahî û efsûna wêjeyê de winda bibin. Wêje cureyekî hunerê ye. Her huner bi şêwazek cuda xwe îfade dike. Di wênesaziyê de reng derdikevin pêş, di muzîkê de rîtim lê di wêjeyê de jî ziman derdive pêş. Hem ziman di bin bandora wêjeyê de dimîne hem jî wêje di bin bandora zimên de dimîne. JI PÊNÛSA JINAN   *Meryem Sune ya di qedexeya derketina derve ya di 4’ê îlona 2015’an de li Cizîrê hat îlankirin û 8 rojan berdewam kir de hat qetilkirin, derbarê mirina wê de di lêpirsîna hat meşandin de derket holê ku li cihê bûyerê lêkolîn nehatiye kirin.   *Sevgî Satilmiş diyar kir ku ji ber binpêkirinên li Santrala Termîkê ya Yatagan hatine jiyîn xwişka wê jiyana xwe ji dest daye û got wê şopdarê dozê bin. Karkerên santralê jî gotin piştî taybetkirinê binpêkirin zêde bûne. DÎMEN HEYE   *Parêzer Suheyla Oguz diyar kir ku daraz bi çanda bêcezabûnê desthilatdariya mêr saxlem dike û got: “Mêrê ku fêm dike bê ceza dimîne, çavsor dibe. Li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêkan ne bi guherîna qanûnan bi pêkanîna qanûnan dikare pêk bê.”   *Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê, diyar kirin ku her roj rastî îşkenceya sîstematîk tên û banga hestiyariyê kirin. Malbatên girtiyan ku wê serî li ÎHD’ê bidin gotin wê wan tenê nehêlin. DÎMEN HEYE   *Li welatên Afrîka û Rojhilata Navîn de her sal ji 3 mîlyonî zêdetir zarok di bin navê ‘kevneşopiyê’ de di bin xetereya ‘sunetê’ de ne. Ev pêkanîna di qada navneteweyî de wek binpêkirina maf tê qebûlkirin û herî zêde li Somaliyê tê jiyîn.