Li Kirmanşanê di encma erdheja ku pêk hat de 101 wargehan zerar dît 2018-07-23 13:07:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaleta Kirmanşan ya rojhilatê Kurdistanê di erdheja ku duh pêk hat ya bi hêza5.9 de nêzî 300 kesî birîndar bûn.   Waliyê Kirmanşanê Hûseng Bazvand got, ji ber erdhejê herî kêm 287 kes birîndar bûne. Bazvand diyar kir ku tedawiya piraniya birîndaran qediya ye û ji nexweşxaneyan derketine.   Di encma erdheja ku navenda wê Taze Abad e, li Sarolê Zahab û Îslamabadê di avahiyan û li gundê derorê zirar çêbû. Li gorî agahiyên ku raydaran dan  bi giştî 43 gund û li 101 wargehan zerar pêk hhat.   Herwiha di Mijdara 2017'an li eyaleta Kirmanşanê bi şîdeta 7.3 pileyî erd hejiya bû û 620 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 12 hezar kes birîndar bûbûn. Li Başûrê Kurdistanê jî 8 kes miribûn.