Havva: Divê em pirtir nûçeyan çê bikin 2018-07-23 09:07:43   STENBOL - Rojnamegera ETHA’yê Havva Cuştan a 9 mehan li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan ma, hat tahkiyekirin. Havvayê bal kişand ser piştevaniya navbera rojnamegeran û got divê rojnameger netirsin û zêdetir nûçeyan çê bikin.   Rojnamegera ETHA’yê Havva Cuştan ku ji ber doza der barê rojnameya Cumhuriyetê ya li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran dihat dîtin, dimeşand, bû rojanemgera darizandî û 9 mehan di girtîgeha jinan a Bakirkoyê de ma. Havva di rojên borî de hat tahliyekirin. Havvayê got ji ber hevalên wê Îsmînaz Temel û parêzer Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar nehatine berdan xemgîn e û got divê rojnameger netirsin û zêdetir nûçeyan çê bikin.   Havvayê got ew ji ber girtina xwe matmayî nemaye û got: “Du sedemên girtina min hebûn. Bi girtina min xwestin peyamê bidin rojnamegerên muxalîf. Sedemek din jî ev bû ku ez şahida Komkujiya Pirsûsê bûm. Li Pirsûsê ne berpirs, yên man hatin cezakirin.”   ‘Serokê heyeta dadgehê pirsên trajîkomîk pirsîn’   Havvayê diyar kir ku di rûniştinê de heyeta dadgehê pirsên trajîkomîk pirsîne û got: “Her tim pirs pirsîn. Serokê heyetê guherî. Em dirêj girtî man. Me digot wê me hemûyan berdin. Lê piştî serokê heyetê guherî û pirsên ji min pirsîn min got wê me bernedin. Lê ez hatim berdan.”   ‘Piştevaniya navbera rojnamegeran kêm e’   Havvayê daxuyakirin ku piştevaniya navbera rojnamegeran kêm e û got wek rojnamegerên muxalîf divê xwe xwerexnedayîna xwe bidin û wisa nêz bibin. Havvayê balkişand ser şert û mercên girtîgehê û wiha pê de çû:  “Serdest her tim dixwazin muxalîfan bindest bikin û ji ber vê her tim girtîgehan bi kar tînin. Lê ji bo rojnamegerên muxalîf negihaştin armanca xwe. Girtîgeh ne cihekî mirov jê bitirs e. Me baweriya xwe ya bi rastiyê, xweşiyê parast û em tevlî jiyanê bûn.”