Zimanê Jinê biriyara çareseriya aloziaya Sûriyê ye 2018-07-22 16:16:28   Civîn Husên- Ruken Goman   QAMIŞLO - Jinên ku tevlî 1'emîn Kongire Damezrîner a PYD'ê bûn diyar kirin ku  dê jin bibin bersiva çareseriya aloziya li Sûriyê.    1'emîn Kongireya Rêxistina Jinên Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) ku bi tevlîbûna ji 400 delegî zêdetir pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma " Jina Azad misogeriya civaka Exaqî û polîtîk e" bûn nêrînên xwe anîn ziman.   'Divê jin ji aloziyê re bibin çareserî'   Ji jinên ku tevli Kongreyê bûn Endama Meclisa PYD'ê Menal Mihemed diyar kir ku 1'emîn kongre ye ku derbarê Sûriyeyê de  ji aliyê  rêxistina jinê ya di nav PYD'ê de tê li darxisitn e û ev tişt got: "Bi vê kongreyê re wê jinên PYD'ê xebatên xwe bêhtir bi pêşve bibin û di nava xebatên giştî de cih bigirin. Encama van xebatan e ku îro jin di nav PYD'ê de kongreyeke xweser li dar dixin."   Menal Aloziya ku niha li Sûriya diqewme jî bi bîranî û wiha got" Divê ku di rewşa heyî de jinên di vê kongirêyê de bibin xwedî biriyar û bibin zimanê çareseriya aloziya Sûriyê ji bo ku ev kongre bibe persîv ji pirsgirêkan re. Di vê kongireyê de dê meclis were avakirin û  beşên wekî yên perwerdê, ragahndin, têkilî, aborî bên avakirin. Her wiha  di warê aboriyê de jî dê jin di nav xebatê de roleke giring û bi hêz bilîzin."   'Divê jin dengê xwe bigihîn cîhanê'   Endama Têkiliyên PYD'ê yên jinê Şehnaz Elteyîb jî Kongire li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku ev kongre encama ked û xebata jinên ku heta îro meşandine ye û wiha domand" Erka jinan e ku îro dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê û bibin biryar ji bo aloziya Sûriyê."