Li Kolombiyayê hêza nayê qebûlkirin a pêvajoya aştiyê jin in 2018-07-22 09:24:08   Dîlan Babat-Habîbe Eren   ENQERE - Guneş Daşli û Nîsan Alici yên ku piştî 52 sal pêvajoya pevçûnan li Kolombiyayê  pêvajoya aştiyê ya hatiye destpêkirin kirin rapor,  diyar kirin ku ‘Komîsyonên Binî yên Zayenda Civakî’ ya di pêvajoya aştiya cîhanê de yekem e, di encama destkeftiyên têkoşîna jinên Kolombiyayê de hatiye bidestxistin. Guneş û Nîsanê  diyar kirin ku gelek destkeftiyên der barê pêvajoya aştiyê de  jî bi têkoşîna jinê ya rêxistinkirî hatine bidestxistin.   Li Kolombiyayê piştî pevçûna 52 salan şûnde, hikûmet û hêza gerîlayan a Marksîst FARC’ê di 2016’an de  li ser maseya aştiyê runiştin. Di pevçûnan de ji 300 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da, ji 6 mîlyonî zêdetir kesî koç kir. Koordînatorên Navenda Polîtîkayên Demokrasî, Aştî û Alternatîfê (DEMOS) Guneş Daşli û Nîsan Alici xebatek bi ser navê ‘Aştî û Zayenda Civakî:Pêvajoya Aştiyê ya Kolombiyayê’ meşandin û li Kolombiyayê bi 20 rêxistinên cuda yên jinan re hevdîtin kirin û rapor amade kirin. Em bi Guneş û Nîsanê re der barê pêvajoya Kolombiyayê de û rola jinê a di aştiyê de axivî.   *Piştî pevçûnên 52 salî şûnde peymana aştiyê hat îmzekirin. Hun jî di vê pêvajoyê de çûn Kolombiyayê.  We bi rêxistinên jinan re hevdîtin kir. We li wir di enaca hevdîtinên bi jinan re kîjan tecrûbe bi dest xistin.?   Komîsyonên Binî yên Zayenda Civakî hatin avakirin   Nîsan: Me di meha mijdarê de mehekê peymana aştiyê ya Kolombiyayê şopand.  Salek di ser peymanê re derbas bibû, dema me ev lêkolîn dimeşand. Li sê bajarî me bi 20 rêxistînî re hevdîtin kir. Hem rêxistinên jinan hem rêxistinên LGBTÎ hem jî rêxistinên Afro temsîl dikirin. Jinan digot wê aştî destkeftiyên mezin bîne. Jin û LGBTÎ aktîf tevlî pêvajoyê bibûn. Encama din jî avakirina Komîsyonên Binî yên Zayenda Civakî bûn.    ‘Dema nû muzakereyê dest pê kir jin  li ser maseyê tunebûn’   Guneş:Tevlîbûna jinan a pêvajoya muzakereyê gelek girîng bû. Li wir mexdur bi awayên cuda foruman pêk tînin. Ji mexduran jinek ku şîdeta zayendî dîtiye çûye Havanayê û rewşa jiyaye yekser vegotiye. Tişa ku rêxistinên jinan li vir anîn ziman, destkeftiyên tevgerên jinan e.  Dema muzakereyan dest pê kir jin li ser maseyê tunebûn e. Di serî de jinek tevli kirine û  piştre bi giştî 11 nûnerên jin tvlî bûne. Dema hewce bibe jin  kampanyayan pêk tînin, xebatên lobî dimeşînin û  bi taybet xwe digihînin torên navneteweyî û ji wir jî piştgirî girtine.    *Li Tirkiyeyê jî pêvajoyek çareseriyê ya kurt hat jiyîn. Lê piştî pêvajoya du sal berdewam kir şûnde şer û kaosê dest pê kir. Li cîhanê herî zêde jin ji şer bi bandor dibin.  Di vî alî de dîsa yên herî zêde têdikoşin jin in. Di vî alî de hun têkoşîna jinan a di pêvajoya aştiyê de çawa dibînin?   Li Kolombiyayê refleksa rêxistinên jinan li gorî Tirkiyeyê lezgîntir e   Guneş:Li Tirkiye û Kolombiyayê di heman demê de pêvajoya aştiyê dest pê kir.  Mixabin a Tirkiyeyê bi dawî bû. Me di beşa pêşniyaryê ya raporê de ev rewş danî holê. Me pêkane mirov Tirkiye û Kolombiyayê bîne hember hev. Piştperdeya wê û bingeha pirsgirêkê pir cuda ye. Li Tirkiyeyê di pêvajoya aştiyê de zayenda civakî û xeta azadiya jinê pir girîng bû. Bi taybet tevlîbûna tevgera jinên kurd a muzakereyê û hewldana rêxistinên jinan di vê mijarê de hebûn. Di esasê de ji ya Kolombiyayê cudatir, refleksa li Tirkiyeyê ne lez bû.    ‘Avakirina tifaqan û diyarkirina rojevan pir girîng e’   Nîsan: Di esasê de ev têkoşîneke tenê bi pêvajoya muzakereyê bi sînor nemeye ye. Li Kolombiyayê ev ne wisa ye. Di mînakên din de jî ne wisa ye. Jİ ber vê jî  pêvajoya aştiyê dest pê nekiribe jî piştgiriya jinan a ji bo aştiyê pir girîng e. Dema mirov li Kolombiyayê dinêre mirov vê dibîne. Jin û komên LGBTÎ bi awayekî xurt tevlî pêvajoyê kirin û ev jî ji ber têkoşîna hevpar a ku bi salan meşandine pêk hat. Aştî rojevek gelek girîng e ji bo wan.  Dema nû muzakereyan dest pê kir, jin tevlî nekirin û li ser vê wan bi lez têkoşîn meşand.  avakirina tifaqê û diyarkirina rojevan ji bo wan pir girîng e.   *Îro dema mirov dinêre li Kolombiyayê çi pêşketin hene? Her du alî jî peymanê erê dikin? Ji bo pêvajoyê pêşde bibin çi dikin?   ‘Parastina destkeftiyan û asta pêkanînê pir girîng e’   Nîsan:Li Kolombiyayê pêvajoya referandumê tê jiyîn.  Metna peymana aştiyê ya li ser li hev kirine, pêşkêşî dengdana gel dikin. Li wir peymana aştiyê piştgiriyê nagire. Yên dibêjin ‘na’ referandumê bidest dixin. Lê tevî vê her du alî şûnde gavê navêjin û  dîsa di peymana aştiyê de çend guherînên biçûk dikin û îmze dikin. Di esasê de her du alî jî îradeya meşandina aştiyê nîşan didin. Tevî ku nîvê gel dibêjin ‘na’. Îmzekirina peymana aştiyê nayê wateya ku hemû rîsk hatine beralîkirin.    Encanên peymanê û parastina destkeftiyan pir girîng e.   ‘Dewlet berjewendiyan dike qurbana xwe’   Guneş:Bi taybet desthilatdarî an jî dewlet bi xwe dixwaze ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî aştiyê û destkeftiyan bike qurban. Em li Kolombiyayê jî vê bi awayekî zelal dibînin.  Di hilbijartina dawî de Santos ku xelata Nobelê girtibû û pêvajoya aştiyê jî dabû destpêkirin, wek namzet nehat nîşandan.   ‘Ji bo neyê sabotekirin divê tedbîr bên girtin’   Di rapora me weşandiye de yek ji pêşniyarên me yên ji bo Tirkiyeyê jî ev bû. Di destpêkirina pêvajoya aştiyê de ji bo her du aliyan jî divê ev nebe qurbana berjewendiyên siyasî û nexşerêyek cidî bê avakirin. Ji bo neyê sabotekirin divê tedbîr bên girtin.   *Di pêvajoya aştiyê de cihgirtina jinan li cîhanê rewşek hevpar e. Hun der barê vê de çi dibêjin?   ‘Jin li dijî pergala baviksalarî têkoşîna dijkapîtalîst didin’   Guneş:Dema li Kolombiyayê hevdîtinan dest pê kir me bi rêxistinek jinan a gerîlayên kevn ava kiribû re hevdîtinek kir. Jinên kurd yên li Rojava ji me pirsî bûn. Silavên xwe şandibûn. Me bi rêxistinek jinan a dij mîlîtarîst re hevdîtinek kir û wê demê xwestin bi jinên Tirkiyeyê re bên cem hev. Erdnîgarî pir dur be jî bi awayekî têkilî tên danîn. Daxwazên jinên wir û Tirkiyeyê yên dişibin hev hene. Pêvajoyên aştiyê berfireh digirin dest. Têkoşîna aştiyê di esasê de ji bo wan têkoşîna dijkapîtalîst a li hember pergala baviksalariyê tê dayîn e.   Nîsan:Li Kolombiyayê tişta ku me dît ev e ku ji bo jin têbikoşin, tecrubeyek wan ya ji berê de heye. Dema mirov li têkoşîna aştiyê dinêrin, bi pêvajoya aştiyê ya fermî ne sînordar e. Jin bi rêxistinî têdikoşin, bi rastî jî bi l z tevlî pêvajoyê siyasî dibin. Nokteyên hevpar yên me dîtin ev bûn.