Rêxistinên Ciwanan êrîşên derbarê bîranîna Pirsûsê de şermezar kirin 2018-07-21 16:39:47   STENBOL-Rêxistinên Ciwanan êrîş û binçavkirinên polîsan ên derbarê bîranînên Pirsûsê de şermezar kirin.    Rêxistinên Ciwanan têkildarî 3'emîn bîranîna komkujiya Pirsûsê ya ku li Stenbol û Enqereyê rastî êrîş û mudaxaleya polîsan hat li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bîranîna Pirsûsê nikare bê qedexekirin' hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Roza Kahya hat xwendin. Rozayê anî ziman ku hîn kujerên komkujiya Pirsûsê çeteyên DAÎŞ'ê li derve digerin lê kesên ku daxwaza edaletê dikin jî rastî êrîşê tên.    Rozayê anî ziman ku Rewşa Awarte rabûye lê dîsa jî destûr nedan ku bîranîn pêk were û wiha domand:"Nehiştin ku malbatên Pirsûsê werin gel hev. Li Stenbolê û li Enqereyê kesên ku xwestin hevalên xwe bi bîr bînin bi îşkenceyê rû bi rû man. Bi vê yekê hat xuyakirin ku parastina dîktatoriyê dewam bike."   Piştî axaftinê xwendekarên ku do hatibûn binçavkirin mafê axaftinê girtin. Şîlan Delipalta wiha got:"Em bûn şahidê dubendiya rejîma OHAL'ê. Em li dijî qetilkirina ciwanan têkoşîna xwe bidomînin."   Daxuyaniya çapemeniyê bi pirs û bersivan bi dawî bû.