Bikaranîna çekên takekesî dibe sedema kuştina zarokan 2018-07-21 11:45:44   BALIKESİR - Di encama bikaranîna çekên takekesî de li navçeya Dursunbey zarokek 8 salî jiyana xwe ji dest da.    Li Tirkiyeyê bikaranîna çekên takekesî her ku diçe zêde dibe. Piştî darbeyê gelek çek hatin windakirin û derbarê vê yekê de hîn gavek nehatiye avêtin. Di encama bikaranîna çekên takekesî de zarokê 8 salî jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê zarokê ku jiyana xwe ji dest da ji bo lêkolînê rakirin Navenda Tipa Edlî ya Bûrsayê.