Kevneşopiya xwedîderketina kedê 2018-07-21 09:01:39       Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Jinên Kurd her dem bi têkoşîna ji bo jiyanê hêviyên xwe geş û siberoja xwe ronî kirine. Ev kevneşopiya xwedîderketina kedê û sekna li ser lingên xwe hîn jî didome. Jinên Til Temirê jî bi keda eniya xwe têkoşîna jiyanê didin û li ser lingên xwe disekinin û dibêjin ku keda herî giranbiha xwîna eniya mirovan e.   Li Rojavayê Kurdistanê tevî hemû zor û zehmetiyên ku ji şer maye têkoşîna jiyanê û xwedîderketina li kedê didome. Kirdeyên dîtbar ên xwedîderketina kedê jî bêguman jin in. Jinên Til Temirê li dijî şerd û mercên jiyanê yên dijwar li ber xwe didin û bi keda destên xwe li ser piyan disekinin.    Jina bi navê Kamîla Ezîz Seydo ku 59 salî ye diyar kir ku ev 5 sal in wê dikanek vekiriye û li wir dixebite û got:"Ez ji xebatê pir hez dikim. Loma min ji bo debarê û ji bo ez li ser piyên xwe bisekinim min dikan vekir. Alavên ji bo dikanê jî ez ji sûkê tînim. Her wiha ez di nava Komînan de jî cihê xwe digirim û çi ji destên min tê dikim. Çimkî xebat mirovan bi ser dixe, mirovan kêm nake. Loma divê hemû jin bixebitin û li ser piyên xwe bisekinin."   'Dîrûtin ji bo min evîn e'   Jina bi navê Siltan Îsmayîl ku 57 salî ye diyar kir ku ew karê dirûtinê dike û wiha got:"Ji 15 saliya xwe heta niha ez karê dirûtinê dikim. Dirûtin ji bo min evîn e. Ez bi dirûtinê debara xwe dikim û li ser piyên xwe dimînim. Her wiha xebat mirovan ji nexweşiyê jî diparêze. Mirovên ku her dem di malê de rûdinin lawaz û nexweş dikevin. Lê mirovên ku dixebitin her dem hîn xurt in. Loma xebat ji bo tenduristiya mirovan jî baş e. Dema ku ez dixebitim ez êşa xwe ji bîr dikim. Jinên ku li gundan dimînin bêtir tên ba min. Ez cilên Kurdewarî jî didirûm. Banga min ji hemû jinan heye ku bixebitin û li ser piyên xwe bisekinin."