ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-21 09:00:07   *Jinên Kurd her dem bi têkoşîna ji bo jiyanê hêviyên xwe geş û siberoja xwe ronî kirine. Ev kevneşopiya xwedîderketina kedê û sekna li ser lingên xwe hîn jî didome. Jinên Til Temirê jî bi keda eniya xwe têkoşîna jiyanê didin û li ser lingên xwe disekinin û dibêjin ku keda herî giranbiha xwîna eniya mirovan e.   *Hêvî, ronî û bazên siberojê ne, bi xweşikbûn û bedewbûna xwe jiyana tevahî mirovan dixemilînin, sînorên jiyanê nizanim, xewn û xeyalên wan bê dawî ne, rengên wan bihar, payîz, zivistan û havîna welatê min dixemilînin, çavên ku tije hêvî ye dibiriqin. Zarokên ku bi dilgeşî û rûkenî pêşwaziya jiyanê dikin gelo çawa dijîn?   *HDP ji bo ku nexşerêya xwe  a nû diyar bike ketê kampê. Ji bo ku stratejiya HDP'ê ya ji bo jinan bê aşkerekirin bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên jin civîn hat lidarixistin. Der barê civînê de parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nirxandin kir. DÎMEN HEYE   * 43 malbatên di qedexeyên derketina derve de di pevçûnên hatin jiyîn de xaniyên wan hatibû hilweşandin doza tazmînatê ya li wezareta karê hundir vekiribû bi encam bû. Ji bo 43 malbatî bi giştî 249 hezar û 730 lîra pere hat dayîn.   *Derbarê Tuba Emînoglu ya di bodrumên Cizîrê de hat qetilkirin de malbata wê serlêdana sûc kiribû û di lêpirsîna hat destpêkirin de wêneyê Tubayê yê li ser agir hatiye kişandin û dîroka wê ne diyar e hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ nîşan da û biryara bêşopandinê da.   *Derbarê parlementerên  HDP'ê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî de bi minesebeta tevlî cenazeyê endamê HPG'ê bûne lêpirsîn hate destpêkirin. Feleknas Ucay nêrazîbûn nîşanî destpêkirina lêpirsinê da û got ku bi van biryara bêhurmetiyê nîşanî nirxên civakî didin. DÎMEN HEYE   *Di dema êrîşkirina ser taxa Yalimelezê di malekê de 2 jê zarok 6 kes bi îşkenceyê tên binçavkirin. Nêrazîbûnên li hemberî îşkenceya ser malbatê berdewam dikin. Der barê îşkenceya ser malbatê de Parlementera HDP a Wanê Bedîa Ozgokçe bang li hemû kesî kir ku bi hêstiyar tev bigerin. DÎMEN HEYE   *Endama Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Bedîa Misilim diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya azad a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên Kantona Şehbayê xwe ji zincîra koletiyê  rizgar kirin û got:" Dewleta Tirk a dagirker her dem êrîşî jinê dike û dixwaze ku jin tenê wekî amûr bê bikaranîn."   *Li  Wargeha Şehîd Rustem Cudî çanda tenur çêkirinê hîna weke berê berdewam dike.