Komxebata Zanîngeha Rojava dê heta sibehê bidome 2018-07-20 18:24:34   QAMIŞLO - Komxebata Zaningeha Rojava  ku bi dirûşma "Ji bo Zanîngehek Azad û Demokratî" dest pê kiribû dê heta sibehê bidome.   Komxebata Zaningeha Rojava  ku bi dirûşma "Ji bo Zanîngehek Azad û Demokratî" dest pê kiribû dê heta sibehê bidome. Ji bo projeyên nû û pergala zanîngehan, koma yekemîn a lêkolînên ku li ser dîroka zanîngehan û modelên zanîngehan lêkolîn kiribûn ji delegasyona zanîngehê re lêhûrbûnên xwe parve kir. Her wiha Koma duyem di derbarê dîroka zaningehan de delegasyon agahdar kir. Her wiha li ser vê mijarê nîqaşên berfireh wê sibehê bên kirin. Piştre Koma Duyem li ser mijara wan a Zanîngehan projeya Xweser  gotûbêj kirin. Di zanîngehan de asta xweseriyê wê çawa be wê li ser nîqaş werin kirin. Her wiha di hemû nîqaşên delegasyonê de li ser girîngiya Jîneolojiyê zanista jinê hat sekinandin û hat gotin ku wê feraseta zanîngeha gel bi ferseta jinê were avakirin. Mijara herî girîng ew bû ku divê zanist bibe malên civakê bû.   Tê payîn ku wê sibehê Koma 3'yemîn li ser naveroka têkiliyê Zanîngehê rêziknameya xwe amade bike û  ji delegasyonê  re pêşkeş bike.