Komxebata Zanîngeha Rojava dest pê kir 2018-07-20 13:53:44   QAMIŞLO - Li Kantona Qamişloyê  bi dirûşma "Zanîngehek azad, xweser û demokratîk" komxebata Zanîngeha Rojava dest pê kir.    Komxebata li Navenda Zanîngeha Rojava ya Taxa Hilîliyê ya Bajarê Qamişloyê dest pê kir. Komxebat bi tevlîbûna 250  şagirt û mamosteyên ji Kantona Şehbayê, Kobanê, Hesekê û Qamişloyê dest pê kir. Ji tevahî Bakûrê Sûriyeyê şagirt, mamoste û mêvan tevlî komxebatê bûn.   Komxebat bi deqeyekê rêzgirtinê ya li ser giyana cangoriyan hat destpêkirin.   Piştre axaftina vekirinê ji aliyê  Hevseroka Federasyona Bakûrê Sûriyeyê Foza Yûsuf ve hat kirin. Foza di destpêkê de bixêrhatina hemû mêvanan kir û wiha dest bi axavtina xwe kir:"Çawa ku şervan bi çek axa xwe diparêzin divê ku em jî bi zanebûna xwe, xwe ji bo siberojê amade bikin."   Komxebata niha berdewam e û lêkolîn tên xwendin. Piştre wê li ser lêkolînan nîqaş werin berdewamkirin.   Tê payin ku Komxebata Zanîngeha Rojava du rojan berdewam bike.