KCD'ê ji bo Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da 2018-07-20 11:19:31   AMED - KCD'ê ji bo biranîna 33 ciwanên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da û got: "Hê jî berpirsiyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê. Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxînin."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya 3'yemîn salvegera êrîşa bombeyî ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê pêk hat û 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê 33 ciwan bi bîr anî û wiha got: "Ciwanên çepgir-sosyalist ên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya enternasyonal a ji bo piştevaniya gelê me û şoreşa Rojava di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê kom bûn. Çeteyên terorê yên DAIŞ’ê di nava ciwanan de bombe teqandin. Di vê êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalist şehîd bûn û zêdetirî sed ciwan jî birîndar bûn. Ligel ku di ser vê komkujiyê de 3 sal derbas bûn jî hêj “perdeya tarî” ya li ser vê komkujiyê ranebûye. Hê jî berpirsyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê. Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxînin."   KCD'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Di 3’yemîn salvegera komkujiyê de şehîdên Pirsûsê bi rihê têkoşînê û bîr û baweriyeke xurt bi bîr tînin. Bi baweriya girêdana bîranîna wan; em soza ku ew daxwaz û hêviyên ji bo yekîtiya gelan, û pêşerojeke azad-demokratîk ên şehîdên me canê xwe di rêya wê de dane bi têkoşîna xwe em ê bidin jiyîn û bigihînin serfiraziyê didin wan. Girêdana bi bîranîna wan re, divê em rêxistiniya xwe xurtir bikin, têkoşîn hevpar bimeşînin û bi ruhê têkoşîna enternasyonal rê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn bidin. Bi van hest û ramanan em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin."   KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Di şexsê şehîdên Pirsûs û Rojava de hemû şehîdên azadiyê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û em minêtdarê wan in."