Di rojbûna Nelson Mandela de nameya Zehra Dogan hat xwendin 2018-07-20 10:45:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ku rojbûna Nelson Mandela dihat pîrozkirin de ji aliyê neviya Nelson ve nameyên ku wî û Rojnameger Zehra ji hev re nivîsandibûn hat xwendin.    Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) 100'emîn rojbûna Nelson Mandela li Londrayê bi çalakiyekê pîroz kir. Di çalakiya ku li Islington'daki Union Chapel pêk hat de, nivîskar, hunermend û rojnamegeran nameyên ku Nelson li girtîgehê nivîsandibûn xwendin. Hinek name care yekem ji raya giştî re hat aşkerekirin.    Piştî çalakiya ku saetek û nîvekê dewam kir neviya Nelson Zamaswazi Dlamini-Mandela derket ser dikê û anî ziman ku li tevahiya cîhanê gelek kes ji ber fikir an jî nivîsên xwe niha di girtîgehê de ne. Piştre wekî mînak Rojnameger Zehra Dogan nîşan da. Zamaswazi nameyên ku wî û edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ji hev re nivîsandibûn xwendin. JINHA bi Biryarnameya Di Hukme Qanûnê de hatibû girtin.    Ji ber nûçeyekê û wêneyekî ku xêz kiribû Zehrayê di 2017'an de 33 meh ceza girt û niha di Girtîgeha Amedê de tê girtin. Alavên wêneyan jî nadin Zehrayê.