Li Girklegê 19'ê Tîrmehê bi şahiyekê mezin hat pîrozkirin 2018-07-20 09:17:04   GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê 6'mîn Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşma" Şoreşa 19'ê Tirmehê Şoreşa gelan e" bi şahiyeke mezin hat pîrozkirin.   Li Bajarokê Rimêlanê yê Girêdayî Navçeya Girkêlegê li stadyûma fotbolê pi pêşengtiya meclîsa giştî ya Kantona Qamişloyê  6'mîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şahiyek mezin hat pîrozkirin. Şahî bi beşdarbûna  tevahî sazî û rêxistinên civakî, her wiha hêzên leşkerî  YPG,YPJ,erkê xweparestinê, QSD'ê, asayiş û şandeyekê ji Rêveberiya xweser pêk hat. Şahî bi merasima leşkerî dest pê kir.   Paşê axavtinê li ser navê rêveberiya xweser Edilkerim Saroxan,li ser navê gelê suryan Ebdilehed Gewriya, li ser navê gelê Ereb Husên Alî hatin kirin .    Her wiha li ser navê Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî axivî û bal kişand ser rola jinê di pêşengtiya vê şoreşê de û wiha got:"Bi rihê berxwedana ku ji Kobanê dest pê kir bi rihê Berxwedana serdemê em  vê salvegera 19'ê Tirmehê pîroz bikin. Serfiraziyek gelek mezin e. Bi artêşekê ewqasî bi hêz em îro 6'mîn salvegera xwe pîroz dikin. Jina Rojavayê Kurdistanê wekî pêşenga Şoreşa 19'ê tirmehê hat nas kirin û jin wekî  hêza herî xurt tê de hat dîtin ku di hemû warên jiyanê de rengekî cûda da Şoreşê bi sekneke bi  rûmet bû mînaka berxwedanê di tevahî cîhanê de."   Piştî dawîkirina axavtina koma Botan ya Qamişloyê çend stranên şoreşgerî pêşkêş kir. Her wiha Koma Cûdî ya Herêma Dêrikê çend stranên geşbûna şoreşê vegotin.  Şahî bi girtina govendê hat bi dawîkirin .