Ayşe Surucu:Rêya derketina ji kaosê bidawîkirina tecrîdê ye 2018-07-20 09:07:55   RIHA - Parlamentera Rihayê ya HDP’ê Ayşe Surucu, got bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê kaosê ji holê rabike û ji bo çareseriya pisgirêkan yekane muxatab Abdullah Ocalan e.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê girtin.  Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha parêzer nikarin hevdîtinê bikin û ji 5’ê Nîsana 2015’an jî heyeta Îmraliyê nikare hevdîtinê bike. Malbat jî herî dawî 11’ê îlona 2016’an de hevdîtin kir. Parêzera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di heman demê de bandor li ser gelên Rojhilata Navîn jî kiriye.   ‘Tirkiye di kaosê de ye’   Ayşeyê daxuyakirin ku Tirkiye niha ji kaosê xwedî dibe û wiha pê de çû: “Yekane riya derketina  ji kaosê ji Îmraliyê derbas dibe. Pêvajoya muzakereyan ji Newroza 2013’an destpêkiribû di 2015’an de bi dawî bû.”   ‘Jin hedef hatin girtin’   Ayşeyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî  girantir bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên li Tirkiyeyê pêk tên li ber çavan e.  150 hezar kes hatin îxrackirin. Her wiha jin hedef hatin girtin.  ajansa jinan hat girtin. Qeyûm tayînê şaredariyan hatin kirin.”   Ji bo CTP bang   Ayşeyê her wiha daxuyakirin ku CPT jî der barê rewşa Abdullah Ocalan de tu daxuyaniyê nade û bang li her kesî kir ku bila bertekên xwe li dijî tecrîdê nîşan bidin û muxatabê çareseriyê jî Abdullah Ocalan e.