ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-20 09:00:00   *Jina kedkar û xwezahez Selwa Ehmed di nav zeviyan de pezê xwe diçêrîne û şivantiyê dike. Selwayê dibêje xweza çavkaniya jinê ya herî girîng e. DÎMEN HEYE   *Dayika bi navê Asiya Esmail di sala 1998'an de di temenekî biçûk de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û  li ser fikrên wî têkoşîna xwe dewam dike. Dayika Asiya got:"Divê em ji bo azadiya Rêber Apo her dem li ser piyan û li qadan bin."   *Di derbarê 2'emîn Konferansa Kongreya Star a ku li Herêma Helebê bi beşdarbûna 350 delegeyan hatibû lidarxistin de, Endamên Kongreya Star ên delege gotin: "Bi rihê berxwedana jinên Heleb û Efrînê ew ê Efrîn azad bibe." DÎMEN HEYE   *Endama SGDF’ê Gîzem Altinoz diyar kir ku wê wek Buşra, Polen û Eceyan berxwe bidin û wiha got: “Vê hevdîtinê hevdîtina zarokên Gezî û Kobanê hedef dikir. Yek ji sedemên pêkanîna komkujiyê jî ev bû. Wê dest bidana şoreşa li Kurdistanê.”   *Arzu Kilinç a li Somayê kurê wê jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanê bêdadiya li dadgehê da û wiha got: “Em ê heta Ewropayê biçin tenê ji bo edelet pêk bê. Ger tiştek bibe divê em hemû rabin ser  piyan.  Ez her roj meşiyam. Nahêlin ku zarokên me di gorê de jî rehet razên.” BI DÎMEN   *Li cîhanê li dijî sûcên îstîsmara zayendî rêbaza ‘xesandina kîmyewÎ’ li hinek welatan bi armanca cezayê girtîgehê bê xistin tê bikaranîn û li hinek welatan jî wek rêbaza cezayê tê bikaranîn. Li Avutralya û Zelandaya Nû derket holê ku li sûcdarên ev pêkanîn kirine dîsa heman sûc kirine.   *Çemên Dîcle, Murat û Firatê ji ber HES, bendav û kanên xîzê hatine asta ziwabûnê. Ekolojîst Suna Sumer da zanîn ku ev rewş wê hilweşînek civakî û gerdunî biafirîne.   *Parlamentera Rihayê ya HDP’ê Ayşe Surucu, got bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê kaosê ji holê rabike û ji bo çareseriya pisgirêkan yekane muxatab Abdullah Ocalan e. BI DÎMEN