Serdozger serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re red kir 2018-07-19 16:16:09   STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê cara 773’yemîn red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 773’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê ya parêzerên cara 773’yemîn red kir.    Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 773 caran serlêdan kirin û serledanên wan her dem bi sedema “muxalefeta hewayê", “keştî xerabe ye", “keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” heye tê asteng kirin.