'Rojava siberoja Rojhilata Navîn a ronî ye' 2018-07-19 13:19:38   Rûken Goman     GIRKÊLEGÊ - Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo derbarê rewşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de diyar kir ku ew ê planên dagirkeriyê nikaribe ronahiya siberoja Rojava û Bakurê Sûriyeyê tarî bike û got ku dê wekheviya gelan pêşî li dagirkeriyê bigire.   Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo derbarê rewşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de bal kişand ser lîstikên dagirkeran û got ku Rojava siberoja Rojhilata Navîn a ronî ye.   Hîva Erebo diyar kir ku siberoja Rojava û Bakurê Sûriyeyê bandorek mezin li ser Rojhilata Navîn dike û got:"Navenda şerê cîhanê yê sêyemîn niha li Rojava û li tevhiya Sûriyeyê diqewime. Hêzên destlihatdar niha dixwazin tevgerên siyasî, leşkerî li gor peymanên xwe dizayn bikin. Rûsya pişta xwe daye Îran û Tirkiyeyê û destkeftiyên gelê Kurd hedef digire. Lê gelê Kurd li dijî plan û lîstikên qirêj bêdeng neman û namînin."   'Me bi projeya Netewa-Demokratîk hemû gel hembêz kir'   Hîvayê da zanîn ku wan pergalek wekhev li ser axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ava kirine û wiha domand:"Me li ser esasên rengên cuda û wekheviyê pergala xwe ava kir. Me bi projeya Netewa-Demokratîk hemû gel hembêz kir. Em li gor berjewendiyên hêzên desthilatdar ên navneteweyî tev nagerin loma her dem gelê Kurd ji bo xwe wekî talûkeyekê dibînin. Niha jî dewleta tirk êrîş dike û hêzên navneteweyî yên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin jî piştgiriyê didin van êrîşana û yan jî bêdeng dimînin."   'Dagirkerî li pêş çavên cîhanê didome'   Hîvayê bal kişand ser hebûna leşkerên dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk ji aliyekî Rojava  ji aliyekî din jî Başûrê Kurdistanê dagir dike. Di vir de helwesta hukumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê gelek girîng e. Dema ku ew bertekên tund nîşan bidin û helwesta xwe diyar bikin bawer im dê dewleta tirk dawî li dagirkeriyê bîne. Ev dagirkerî li pêş çavên cîhanê didome. Divê gelê Kurd bibin yek û li dijî vê bêdengiyê rabin ser piyan."