'Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek' 2018-07-19 11:40:31   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Rêveberiya Peymangeha Seydayê Tîrêj, Evîn Ehmed derbarê êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de got:"Divê li dijî êrîşan yekîtî bê avakirin."   Endama Rêveberiya Peymangeha Seydayê Tîrêj a Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê, Evîn Ehmed derbarê êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku divê hukumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan derkevin û helwestek zelal nîşan bidin.    Evîn Ehmed dest nîşan kir ku divê cîhan li dijî êrîşên dewleta tirk bê deng nemîne û wiha got:"Başûr parçeyekî Kurdistanê ye. Peymanên ku Erdogan bi hêzên navneteweyî çê dike li ser esasên tunekirina Kurdan e. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li dijî êrîşên Erdogan bêdeng dimînin. Divê cîhan jî dawî li bêdengiya xwe bîne."   'Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek'    Evînê bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Pêşmerge û gerîla bi hev re li dijî dijmin şer kirin. Divê em hemû bibin yek û li dijî dagirkeran bisekine. Gotina Cegerxwîn a 'Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek' gelek girîng e. Peyama yekîtiyê dide. Divê em vê peyamê baş fam bikin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi hev re berxwe bidin."