Li Reqa yê Navenda Meclîsa Jinê Hat vekirin 2018-07-17 16:41:10   REQA - Buroya Jinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê li taxa El - Teyare û Diriyê Navendên Meclisa jinê vekirin   Buroya Jinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê, bal kişnad ser rola jinê ya di nava civakê de û di çarçoveya rêxistin kirinê de li taxa El Teyare û Diriyê buroyên Meclisa Jinê vekirin. Navend bi tevlibûna Meclisa Azad a Jinên Sûriyeyê, endamên asayişê, QSD û bi tevlibûna dehan jinan hatin vekirin.    Li ser navê Buroya Jinên Sûriyeyê  Suad Mihemmed, li ser navê Meclisa Jinê ya li El Teyarê jî  Zehra Teyar axivî. Di axafitnên ku hatin kirin vekirina navendan li meclis û gelê Reqayê hat pîrozkirin.   Piştî axaftinên ku hatin kirin deriyên navendan ji aliyê endamên Meclisên Diriyê û El Teyarê yên Jinan ve hatin vekirin.