'Ez li gel jinên Kurd hînî heqîqeta azadiyê bûm' 2018-07-17 09:04:01   Rûken Goman   DÊRIK  - Jina bi navê Sara Brahim a ji Mexrîbê ku ji aliyê hevserê xwe bi darê zorê tevlî çeteyên DAÎŞ'ê hat kirin got:"Jiyanek azad û bi ewle mafê hemû jinan e."   Jina bi navê Sara Brahim a Ereb, ji Mexrîbê û 30 salî ku ji aliyê hevserê xwe bi darê zorê tevlî çeteyên DAÎŞ'ê hat kirin bi lêv kir ku ew naxwaze jin îşkenceyê bikişîne û wekî kole bêyî bikaranîn û  got:"Ez li gel jinên Kurd hînî heqîqeta azadiyê bûm."    Sara Brahim da zanîn ku li Mexrîbê her dem jin bi tundiyên mezin rû bi rû diman û got:"Li Mexrîbê her dem jin dihatin çewisandin. Ji bo parastina jinê min gelekî li ber xwe da. Ez gelek caran tevlî partî û rêxistinên siyasî dibûm ku mafê jinê biparêzim. Ji ber têkoşîna min her dem hevserê min jî îşkence li min dikir. Min gelek caran li wî doz vekir lê ew nehat darizandin doz her dem hatin betalkirin. Malbata min jî piştgirî dida hevserê min. Loma asta îşkenceya li dijî min zêdetir dikir."   'Ez bi zorê tevlî nav çeteyên DAÎŞ'ê kir'   Sarayê da zanîn ku hevserê wê ew bi zorê beşdarî nava çeteyên DAÎŞ'ê kiriye û wiha domand:"Min li dijî biryara beşdarbûna DAÎŞ'ê bertek nîşan da. Loma hevserê min îşkece li min kir û zarokên min revand. Ji bo ez bigihêjim zarokên xwe ez hatim Tirkiyeyê. 3 rojan ez li Rihayê mam. Bi alîkariya Tirkiyeyê gelek çete derbasî Sûriyeyê bûn. Li ser Tirkiyeyê ez tevlî DAÎŞ'ê bûm."   'Ji ber ku min beşdarbûna nava DAÎŞ'ê qebûl nekir ez hatim cezakirin'   Sarayê da zanîn ku  ji ber ku wê beşdarbûna nava DAÎŞ'ê qebûl nekir ew hatiye cezakirin û wiha pê de çû:"Dema ku ez derbasî Sûriyeyê bûm em di destpêkê de li Grê Spî man. Hevserê min beşdarî perwerdeya leşkerî bû, ez jî avêtin zindanê. Ez di zindanê de 3 mehan mam. Li zindanê li dijî jinê her rengê koletiyê dihat bikaranîn. Ji ber ku min bi ya wan nedikir her dem ez dihatim cezakirin. Niha nizanim ku hevserê min sax e yan na. Min gelek caran hewl da ku ez birevim. Lê her dem ez li ser sînorê Tirkiyeyê dihatim girtin."   'Dema min şervanê jin dîtin hêza min zêdetir bû'   Sarayê da zanîn ku dema Reqqa ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin ji nû de ji dayik bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku hêzê QSD'ê ketin Reqayê hemû jinan ew hembêz kirin û çarşefa reş ji ser xwe avêtin. Dema min şervanê jin dîtin hêza min zêdetir bû. Dema ku em rastî şervanên jin ên YPJ'ê hatin me ew bi dilekî germ hembêz kir. Loma ez  li gel jinên Kurd hînî heqîqeta azadiyê bûm."