'19'ê Tîrmehê hêviya têkoşîn a rizgarikirina Minbicê geş kir' 2018-07-17 09:02:55   Berçem Cûdî   MINBIC - Endamên Rêveberiya Meclîsa Jinê ya bajarê Minbicê derbarê bandora 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava ya li ser têkoşîna rizgarkirina Minbicê de gotin:"Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hêviyên me yên têkoşîn a rizgarikirina Minbicê geş kir."   Endamên Rêveberiya Meclîsa Jinê ya bajarê Minbicê derbarê bandora 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava ya li ser têkoşîna rizgarkirina Minbicê de anîn ziman ku jina Kurd pêşengiya şoreşê kirine.   'Em jî ji şoreşê bi bandor bûn'   Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Bajarê Minbicê Neciya Hecî ku bi eslê xwe Çerkez e da zanîn ku Şoreşa Rojava li her derê Sûriyeyê pêl bi pêl belav bû û bandorek erênî li ser hemleya rizgarkirina Minbicê jî kir û got:"Jinên Rojavayê Kurdistanê bi çirûska Şoreşa Rojava têkoşîna xwe mezintir kirin û ji bo azadiya hemû jinan berxwe dan. Em jî ji vê şoreşê bi bandor bûn. Me jî wekî jinên Çerkez nikaribûn ku berî Şoreşa Rojava zimanê xwe bi awayekî azad biaxivin. Lê bi saya têkoşîna jinên Kurd jinên Çerkez jî nasnameya xwe li dijî tundiyê parastin."   'Şoreşa Rojava bihara jinên Rojhilata Navîn e'   Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Bajarê Minbicê Nadiye Milhim a bi eslê xwe Tirkmen e bi lêv kir ku Şoreşa Rojava bihara jinên Rojhilata Navîn e û wiha got:"Pêngava Şoreşa Rojava bandorek erênî li ser hemû Sûriyeyê kir. Jina Kurd jî pêşengiya vê yekê kir û ji hemû jinên Rojhilata Navîn re bû feyz. Me jî wekî jinên Tirkmen feyz ji vê têkoşînê girt."   '19'ê Tîrmehê hêviya têkoşîn a rizgarikirina Minbicê geş kir'   Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Bajarê Minbicê Meha Elî jî diyar kir ku hêviyên wan ên jinên Ereb bi Şoreşa Rojava geştir bûye û wiha got:"19'ê Tîrmehê hêviya têkoşîn a rizgarikirina Minbicê geş kir. 19'ê Tîrmehê roja vejîna azadiya jinê ye. Bi saya vê şoreşê wekî jinên Ereb me jî gelek mafên xwe bi dest xist. Di jiyana me de guhertinên gelek baş pêk hatin. Bi Şoreşa Rojava jinên Ereb niha di qada siyasî, civakî û hwd. cihê xwe digirin. Em ê jî têkoşîna xwe mezintir bikin û her li dijî zihniyeta yekperest şer bikin."