ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-17 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê Şoreşa Rojava de da zanîn ku jina Kurd pêşengtiya têkoşîna ji bo azadiyê kir û got:"Bi salane ku jin di bin desthilatdarî û zihniyeta baviksalarî de tê çewisandin. Bi Şoreşa Rojava hişmendiya ku jin diçewisand têk çû, hişmendiya civakê guhert û jina Kurd afirîneriya xwe li pêş çavên hemû cîhanê bi nav û deng kir."   *Endamên Rêveberiya Meclîsa Jinê ya bajarê Minbicê derbarê bandora 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava ya li ser têkoşîna rizgarkirina Minbicê de gotin:"Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hêviyên me yên têkoşîn a rizgarikirina Minbicê geş kir." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Sara Brahim a ji Mexrîbê ku ji aliyê hevserê xwe bi darê zorê tevlî çeteyên DAÎŞ'ê hat kirin got:"Jiyanek azad û bi ewle mafê hemû jinan e."   *Di komkujiya Somayê de li gundê Elmadera û Degirmencieli 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Niha jî li van gundan tê xwestin ku termîk santral bê avakirin. Bendên ku ji bo santrala hat avakirin ji niha de dibe sedema bidawîbûna jiyanan gelek zindîyan. DÎMEN HEYE   *Li Amedê G.O. ya ku di 14 saliya xwe de bi îstîsmara zayendî re rûbirû hat hiştin bi mêrê bersuc re hat zewicandin û bi salan hat îşkercekirin. G.O. piştî ku bû 19 salî xwe jî A.Y. berda û ji ber sûcê îstîsmara zayendî derbarê wî de serlêdana sûc kir. G.O. niha jî bo ku zarokên xwe bistînê têkoşînê didde. DÎMEN HEYE   *Derhêner, şanoger û reqsvan Rûbar Ahmed tevî hemû zor û zehmetiyan dev ji hunera xwe bernedaye. Rûbara ku hunera xwe ji bo jinê diafirîne li dû xwe şopên ku nayê jibîrkirin dihêle.