ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-16 09:00:00   *Endama Desteya Niştimanî  ya Ereb Hiweyda El-Nedas tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû dewletên navneteweyî kir ku rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tendirustî bişopînin û agahiyekê bidin raya giştî.   *Ji rêveberiya SES’a a Amedê Yekta Yildiz  diyar kir ku  rêbazên ‘xesandin’ û ‘kastrasyon’ yên li hemberî sûcên îstîsmara zarokan ne çareserî ye û got ew wek xebatkarên tenduristiyê jî naxwazin vê yekê bikin.   * Akademîsyen Asli Odman  derbarê cînayetên kar de nirxandin kir û diyar kir ku  di îstîhdama jinê de xebata derveyê qeydê mijara gotinê ye û sedema vê jî eve ku jin di sektor û cihên diyarkirî de tên xebitandin. DÎMEN HEYE   *Xebatkara Mala Pirtûkan a bi navê Lîlavê, Rabîa Karayîl diyar kir ji bo pirtûkan ji girtiyan re bişînin sala borî kampanyaya ‘Askida Kîtap’ dane destpêkirin û eleqeya ji bo kampanyayê kêm bûye û got: “Li girtîgehan hewcedariya bi pirtûkan hîna heye. Em girtiyan bê pirtûk nehêlin.”DÎMEN HEYE   *Husniye Doruk a li gundê Rihanî ya Sîlopiyê bi îdiya întîxar kiriye, bi guman jiyana xwe ji dest da û der barê mirina wê de lêpirsîna hatiye destpêkirin, bi mehane qet pêş neketiye.   *Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê ji bo gelê Efrînê diyar kirin ku tu carî Erdogan nikare yekbûna gelê Kurd û Ereb têk bibe û gotin:"Bingeha tevgera têkoşîna azadiya Kurd li ser esasên wekheviya gelan hatiye avakirin. Em jî li ser vê esasê dibêjin ku em ê heta dawî li ba têkoşîna Gelê Kurd cihê xwe bigirin."