Li Wanê pevçûn 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin 2018-07-15 13:37:42   WAN - Li Taxa Valî Mîthat Bey a Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şevê din polisan bi ser malekê de girt. Di serdegirtina malê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 polîs jî birîndar bûn. Ji heman malbatnê 6 kes hatin binçavkirin.    Li Kolana Eresê ya Taxa Valî Mithat Bey ya Navçeya Rêya Armûşê, şevê din polîsan bi ser malekê de girt. Hat îdîakirin ku di serdegirtina malê de pevçûn derketiye û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di bûyerê de 1 jê giran 3 polîs birîndar bûn.   Polîsan şev nîvê şevê saet di 00.20'an de bi maşîneya zirxî bi ser malekê de girtin û heta serê sibehê dengê çekan hat. Şahidên bûyerê yên li taxê diyar kirin ku saet di 24.00’ê şevê de bi dehan maşîneyên zirxî hatin taxê û wiha got: "Tax xistin bin dorpêçê. Saet di 00.20’an de dengê 2 teqînên çekan hatin. Saatek şûnde dîsa dengê çekan û dengê 2 teqînan hat. Piştre heta saet 05.00'ê sibê dengê çekan li ser hev hat. Saed di 06.00'an de polîs bi maşîneyên zirxî ji taxê derketin.   Welatiyen taxê diyar kirin ku der barê birîndar û miriyan de agahiya wan tune ye. Şahidan anîn ziman ku ji malbatekê, Halit Şahin, Ayhan, Ayfer, Fettullah Şahin û Keça Şahîn a zewicî Şehriban Mamuk hatin binçavkirin. Polisên ku di dema bûyerê de ketin baxçeyên 3 malan zerar dan bax û darên malbatan. Li 4 nokteyên cuda şopa xwînê hat dîtin.    Walîtiyê derbarê bûyerê de daxuyanî da   Walîtiya Wanê jî daxuyanî da û diyar kir ku 2 kesên amadekariya çalakiyan dikirin hatine kuştin. 1 jê giran 3 polîs jî birîndar bûne. 6 kes jî hatine binçavkirin.