ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-15 09:00:00   * Endamên Rêxistina Kongreya Star derbarê Projeya Netewa Demokratîk de bi lêv kirin ku ji bo parastina mafê jinê, aştî, azadî û siberojek ronî divê li hemû Rojhilata Navîn Projeya Netewa Demokratîk têkeve meriyetê. DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku di encama êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê de li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew nawestin û gotin:"Têkoşîna me didome." DÎMEN HEYE   *Jina Helbestkar Starê Ebdê ya ji Bajarê Hesekê ji 15 saliya xwe heta niha helbestan dinivîse û dibêje dema ku ew helbestan dinivîse di dilê xwe de jiyanê bi rih dike. DÎMEN HEYE   *Li Sîlopiyê ji aliyê DEDAŞ’ê ve ceyran hat birîn û gel ev hefteyeke bê ceyran e. Li navçeyê pileya germahiyê gihişt 45 dereceyî û tehdîda nexweşiyan derket holê. DEDAŞ’ê hefteyek berê li taxa Yenîşehîr a Sîlopiya Şirnexê bi îdiaya ‘ceyrana dijqanûnî  hatiye bikaranîn’ ceyrana 20 malbatên bertek nîşan avakirina Panoyên Otomasyona Sayacê  (ASOP) daye birî.  Welatiyên ku li taxê têlên ceyrana wan hatiye birîn, ev hefteyeke bê ceyan hatine hiştin. DÎMEN HEYE   *-Nivîskar û rojnameger Nurcan Baysal diyar kir ku di dema qedexeyê de der barê tiştên li Sûrê de hatin jiyîn gelek tişt nehatine axaftin û bi pirtûka xwe ya ‘Ew deng’ derketiye pêşberî xwendevanan. Nurcanê diyar kir ku desthilatdarî dixwaze nasname û dîrokek nû ava bike û têde jî Kurd tune bin.”   *Endama SES’ê Mesude Demîr diyar kir ku divê her malbat berpirsyariya zarokên xwe bigire û divê dewlet jî polîtîkayên civakî pêş bixîne û tiştên divê li dijî îstîsmarê bê kirin vegot. DÎMEN HEYE   *Nûçegîhana ETHA’yê Havva û Cuştan û edîtora wê Îsmînaz Temel ji bo runiştina xwe ya sibê bang kirin û gotin: “Me bi dehan carî dît ku bi piştevaniyê dengê me zêdetir derdikeve.