Platforma Ji Hilweşandina Sûrê na bi malbatan re hat gel hev 2018-07-14 15:39:45   AMED - Platforma Ji Hilweşandina Sûrê na û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun bi malbatên Sûrê re hatin gel hev û bi hev re taştê kirin.    Platforma Ji Hilweşandina Sûrê na û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun bi malbatên Sûrê yên ku di encama hilweşandina Sûrê de koçber bûn re hatin gel hev û bi hev re taştê kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun ku di serdema qedexeya derketina derve de heta dawî di Sûrê de ma, tevî Platforma Sûrê hat gel malbatên Sûrê û bi hev re taştê kirin.    Berdevka Platforma Ji Hilweşandina Sûrê na Buşra Cireliogullari derbarê çalakiyê de agahî da. Buşrayê da zanîn ku wan di derbarê pêvajoyên hiqûqî, xebatên dîplomasiyê yê netewî û navneteweyî de agahî dane malbatan. Buşrayê da zanîn ku tevî Remziye Tosun wan li pirsgirêkên malbatên ku malên wan hatine hilweşandin guhdar kirine. Buşrayê got têkoşîna wan a li dijî hilweşandinê didome.    Remziye Tosun jî da zanîn ku ew ê pirsgirêkên malbatên Sûrî li meclîsê bîne ziman û ew ê bibin dengê jinên Sûrê.